28 mars 2018

Îran û Rûsya li Sûriyê wek şêwirmendên Tirkiyê dixebitin




Di referandûma 25ê îlona 2017a ya Kurdistana Başûr da Îranê li hemberî kurdan ferman rakir, got ew qebûl nake kurd serxwebûnê îlan bikin, ew qebûl nake Îraq perçe bibe.

Lê eynî Îran li dagirkeriya Tirkiyê û li perçebûna Sûriyê temeşe dike. Tirkiye bajar li pey bajar li Sûriyê dagir dike, Îran lê temaşe dike. Tirkiyê zêdeyî 2 hezar km çargoşe erdê Sûriyê dagir kiriye lê Îran qet îtîraz neke. 

Erê herêmên Tirkiye dagir dike Kurdistan e lê erdê Sûriyê ye, wek welatekî mitefikê Sûriyê dibê Îran li dijî dagirkeriya Tirkiyê derketa û qebûl nekira. Lê qebûl dike. Îranê qebûl nekira Tirkiyê nikanîbû Efrîn jî û derên din jî dagir bikira. Hemû bi destûra Îranê û Rûsyayê bûye.

Xwedêgiravî Îran mitefikê Esed e. 

Rûsya hewetinê. Rûsya jî bi gotinê ”mitefikê” Esed e. Li Sûriyê baregehên Rûsya yên leşkerî hene. Lê Rûsya jî wek Îranê ji dagirkeriya Tirkiyê ra dengê xwe nake. Heta ne tenê dengê xwe nake, bajaran, erd dide Tirkiyê. Efrîn da Tirkiyê. Til Rifat da Tirkiyê.

Tirkiye jî nuha çeteyên xwe Feyleq El-Rehman ji Xutaya Rojhilat derxist û şand Efrînê û Idlibê. Ev yek hemû bi destê Rûsyayê dibe. Rûsya li Sûriyê wek artêşa Tirkiyê dixebite, derên Tirkiye nikane dagir bike Rûsya dide Tirkiyê. 

Rûsya li Sûriyê li hemberî kurdan wek hêzeke dijmin dixebite û bi Tirkiyê ra demografiya Kurdistanê diguhere.

Şerê Sûriyê û dagirkirina Efrînê nîşan da Pûtîn merivekî pir sivik û pir bêbext e, şexsietekî xwefiroş e, kane bavê xwe jî bifroşe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE