24 mars 2018

Heşdî Şabî: "Divê zimanê Lahor Şêx Cengî were jêkirin"

Lahor Şêx Cengî


Lahor Şêx Cengî yek ji kesên di 16ê cotmeha par da(16/10-2017)Kerkûk teslîmî Îraqê û çeteyên Heşdî Şabî kir.

Lê nuha wa ye waliyê Kerkûkê, Kerkûk li Lahor Şîx Cengî yasax kiriye, gotiye hatina Kerkûkê li Lahor yasax e, roja were Kerkûkê ewê were girtin.

Berdevkekî Heşdî Şabî Elî Haşimî jî ji gotinên Lahor yên li ser waliyê Kerkûkê pir aciz bûye û gotiye "gotinên Lahor di heqê waliyê Kerkûkê da zimandirêjîye û dibê zimanê zimandirêjan were jêkirin.”

Ez nizanim Lahor Şêx Cengî li ser waliyê Kerkûkê yê ereb çi gotiye, lê diyar tiştekî wî rexne kiriye. 

Û ereb ji rexneya wî aciz bûne û Kerkûk lê yasax(qedexe)kirine û berdevkekî Heşdî Şabî jî gotiye gerek zimanê Lahor were jêkirin.

Netîca îxanetê ev e, karê wî qediya nuha pehînekê li qûnê dixin û dibêjin emê zimanê te jêkin.

Di mesela îxanetê da kurd pir bînfireh in, qet xwe ji xayinên xwe naxeyidînin, çipiska xwe jî bi wan nakin. Lema jî maşela xayinên pir in û roj bi roj jî pirtir dibin.



Di TRTkurdî û telewîzyonên tirk da her roj kesên xayin vekirî piştgiriya dagirkirina Efrînî dikin, dibêjin wêrankirina Efrînê û talan virên PYDê ne. Dibêjin hemû efrînî ji dagirkirina Efrînê memnûn in, ji ber ku Tirkiyê û çeteyên îslamî Efrîn ji destê PYDê derxistiye efrînî spasî Tirkiyê dikin.

Dibêjin PYDê Efrîn wêran kir, ava wê, elektirîka wê qut kirin, Tirkye nuha wan çê dike.

Dibêjin hemû efrînî vedigerin, nuha her kes li ser erdê xwe ne û ji halê xwe razî ne. Tenê çend mal û hin kesên hevalên terorîstan li derve mane.


Dibêjin koçberiya 150-200 hezar efrînî vir e, derewa PYDê û PKKê ye, reşkirina Tirkiyê ye.

Dibêjin dagikeriya Tirkiyê û bindestiya tirkan ji îktîdara PYDê baştir e. Lema jî dibê meriv piştgiriyê bide dagikeriya Tirkiyê û spasî Erdogan bike.

Wel hesal ev xayin her roj van tiştan di TRTkurdî û telewîzyonên tirk da bê tirs dibêjin û dîsa jî kanin di nava milet da bigerin. 


Vîdeoyeke talankirina Efrînê ji alî çeteyên îslamî ve.

Kurdên TRTkurdî vê talana Efrînê û vê wahşetê diparêzin.

Yanî kurd ji xayinên xwe aciz nabin, fêrî hebûna xayinan û hevkarên dewletê bûne. Heta ji zilamên dewletê  û ji xayinan bêtir, ji kesên wan rexne dikin aciz dibin, wan rexne dikin. Dibêjin hûn çi hevkarên dewletê û ji xayinên me dixwazin? Hûn buhtanan li wan dikin. 

Lema jî cahş û xayinên me pir in.


Mehmet Şerîf Firat (1894-1949)

Kurdan heta nuha, Mehmet Şerif Fırat ne tê da, apê wî ev xayin kuşt, heta nuha tiştek bi xayinên xwe nekirine.
Lê xwediyên xayinan wek me kurdan ne bi tolerans in, piştî karê xwe bi wan diqedînin, pehînekê li qûna wan dixînin.

Wek tê zanîn Lahor Şêx Cengî yek ji kesên di 16ê cotmeha 2017a da bi xayinî Kerkûk teslîmî Heşdî Şabî kir. Lê nuha karê dijmin pê qediya lema jî çûna Kerkûkê jî lê yasaxkirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE