30 mars 2018

Gerek YE teslîmî dîktatoran nebe




Rejîma Tirkiyê ya faşîst dixwaze bi tacîz û terorê, bi siyaseta şerkar ne kurdan tenê, Yekîtiya Ewrûpayê jî teslîm bigre û bêdeng bike. 

Lema jî gav û saetê Yekîtifya Ewrûpayê bi gelek kanalan tacîz dike, zextê dide ser ji bo ku kurdên reviyane teslîmî Tirkiyê bikin. Navê bi hezaran kurdî dane Întepolê. Yek ji van kurdan jî seroka belediya Cizîrê Leyla Îmret e. 

Ji bo ku Leyla Îmret li Konseya Yekîtiya Ewrûpayê nepeyive û qala zulm û terora Tirkiyê neke navê wê dane Înterpolê. Ji bo ku Leyla Îmret li nepeyive zext dane ser Yekîtiya Ewrûpayê, gotine viya hevala "terorîsta" ye. Tiştê li Tirkiyê û li Kurdistanê dikin dixwazin li Ewrûpayê jî bikin, dixwazin li Ewrûpayê jî devê kurdan bigrin.

Dibê Yekîtiya Ewrûpayê vê terora Tirkiyê qebûl neke, teslîmî zorê nebe.
Teslîmiyeta li hemberî  dîktatoran tim bûye sebebê felaketên mezin, dibê YE teslîmî dîktatorê Tirkiyê nebe.


Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov gotiye, ”Li herêmê, li welatên kurd lê dijîn bêyî gelê kurd ne mimkûn e tu gelş çareser bibe.”

Ev namerd henekê xwe bi kurdan dike. Efrîn ji kurdan stendin dan Tirkiyê û çeteyên îslamî, bi tirkan ra kurd xistine quncikekî teng, dikin bifetisînin, bêşeref dibêje bêyî kurdan tu gelş çareser nabe.

Heger bêyî kurdan nabe wê demê ev bêbextî û namerdiya we li Efrînê li kurdna kir çi ye?

Ev merivê bêexlaq û rezîl tinazê xwe bi kurdan dike. Di dagirkirina Efrînê da sûcê Rûsyayê ji yê Tirkiyê girantir e, çimkî Rûsyayê destûr neda Tirkiye nikanîbû êrîşî ser Efrînê bike, nikanîbû vê zulmê li kurdan bike. Him bajarê kurdan didin dagirkirin, 150 hezar kurd didin koçberkirin û him jî dibje bêyî kurdan nabe. Ev durûtî û bêxalqî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE