29 mars 2018

Gelo Tirkiye ewê bikane Amerîkayê jî bi kirîna fuzeyên Patrîot bikre?



Tirkiye ji bo ku li Sûriyê kurdan bifetisîne bi kirîna fuzeyên S-400 Rûsya bertîl kir, nuha jî dike bi kirîna fuzeyên "Patrîot" Amerîkayê jî bertîl bike.

Gelo Tirkiye wek Rûsya bi kirîne fuzeyên S-400î kirî, ewê bikanibe Amerîkayê jî bi kirîna fuzeyên Patrîot bikire?

Bi baweriya min mimkûn e. 

Ji bo kurd li Sûriyê nebin xwedî maf Tirkiye kane hemû sîlehên Rûsyayê û Amerîkayê bikire. 

Bazarê dest pê kiriye. Bi dîtina min tu asteng tuneye ev bazar neçe serî. 

Tirkiye amadeye Patrîotan sed qatî buhatir bikire û Amerîka jî li dû wê ye.

Maneya xwe piştî lihevkirinê tiştê Rûsyayê kir, Amerîkayê jî bike. Diyar e piştgiriya Amerîka ya bi PYDê û HSDê ra heta firotina Patrîtan e. Ji bo Patrîotan deh qatî buhatir bifroşin Tirkiyê, amerîkî çavê Tirkiyê baş ditirsînin.

Netîce ûjdan û bextê dewletan tuneye, bêbextiya Rûsyayê kir, Amerîka jî kane bike, yanî ew îhtîmal heye. Lê ewê bike ya neke hîn ne diyar e. Hêvî dikim neke.

Lê tiştê tayinker ne hêvî ye, berjewendî ye. Îcar berjewendiyên Amerîkayê ewê di berdewamiya mitefîkiya kurdan da be ya jî di firotina Patrîotan da be rojên pêş ewê nîşan bide. Em nemrin emê bibînin.

Tiştê min ji siyaseta dewletan fêm kiriye her tişt mimkûn e, dewlet kanin her bêbextiyê, her qeleşiyê bikin. Û bi taybetî jî li hemberî kurdan pir rehet dikin, çimkî tu baceke wê tuneye...

Ma tiştê Rûsyayê kir Amerîka jî bike, kurd kanin çi bikin? 

Qet, nikanin tiştekî jî bikin.

Ma gava Rûsyayê Efrîn da Tirkyê me tiştek bi Rûsyayê kir?

Heger Amerîka jî Minbicê û herêmên din bide Tirkiyê emê nikanibin tiştekî bi Amerîkayê jî bikin.

Ji xwe ji ber ku zanin em nikanin tiştekî bikin vê namerdiyê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE