21 mars 2018

Gava ecele kûçik tê bi dîwarê mizgeftê da dimîze




Serokê BBP ya irqçî (Partiya Yekîtiya Mezin) Mustafa Destîcî gotinên Erdogan dubera kiriye, gotiye:
”Minbic  ewê Efrînê taqîb bike. Qamîşlo ewê Minbicê taqîb bike, Kobanê ewê Qamîşloyê, Şengal ewê Kobanê taqîb bike û înşelah ewê li Qendîlê bigihîje zaferê. Ez viya ji dil bawer dikim.”


Erdogan jî do qala çûna Şengalê û Qendîlê kir. Got heger Îraq tiştê em dibêjin neke, tiştê me li Efrînê kir, emê li Şengalê û li Qendîlê jî bikin. 
Tirk tahmijîn, bizina kol elimî daniya….
Erdogan mêrik pir stûr û bêperwa bûye, ji Amerîkayê ra medyan xwediye, gotiye ewê Minbiçê bigrin û tu kes jî nikane wan bisekinîne û gotiye  ”kî diwêre derkeve hemberî me, bira kerem bike, em dibêjin hodrî meydan !” 

Lê gava mirina bizinê tê nanê şivên dixwe û gava ecele kûçik tê diçe bi dîwarê mizgeftê da dimîze…
Bi dagirkirina Efrînê ra mêrikan bûne gurên devbixwîn, carê bi pez ketine, dixwazin hemû kerî temam bikin.Yanî çavê xwe bera hemû Kurdistana Roja û Başûr dane. 

 Ji xwe ra kurdan, Îraqê û Sûriyê wek loqekî kanin rehet daqultînin dibînin. Lema jî wek pisika çav li teyşta goşt keve, tahma devê xwe xweş dikin û dora devê xwe dialêsin.

Nufûsa ereban 400 milyon e, 23 dewletên wan hene, lê Tirkiye dîsa jî diwêre bajarên Sûriyê û Îraqê dagir bike. Bi hezaran leşkerên tirk li Kurdistana Bakur in.

Heger ereb ne pîs û bênamûs bûna ewê ev dafirkerî qebşl nekirana, ewê qopikê Destîcî û yê mezinê wî jêkirana û têkirina qûna wan…

Lê van gurên har serpêhatiya Îttîhatçiyan ji bîr kirine. Enwer û ehvalên wî jî demakê van irqçî û panturkîstan har bûn û xwestin bi Almanan ra Kafkasan bigrin, lê dû ra berateyên yekî li Berlînmê, yê yekî li Tiflîsê û yê yekî jî li Tacikîstanê ket.

Esas ev panturkîstên irqçî û gurên devbixwîn  aqt aîttîhatçiyan heq kirine lê kesê viya bike hîn xuya neke. Ereb ne ew mêr in. 

Lê tarîx tije surprîz e, diya meriv hertim lawa nayne…


2 kommentarer:

  1. Apo wele kes tiştekî bi wan nake, bi sala ye em dibên wê dinya zora van zaliman bibe lê wer xuya ye dinya jî di bin re bi wan ra ye tişt bi wan nabe loma. Çi bikin, disefire ji wan re.

    SvaraRadera
  2. Rast e dinya bêbext e. Lê surprîz jî pir in. Meriv bawer nedikir tiştek were serê Seddam jî. Lê bela xwe dît. Evê jî rojekê bela xwe bibîne.

    SvaraRadera

PARVE BIKE