18 mars 2018

Ev termê li erdê Kurdistan e û miletê kurd e !




Ev termê li erdê termê zarokekî efrînî ye, yê li kêleka term sekinîye bavê wî ye, bêkes e, tik û tenê ye...

Ev termê li erdê Efrîn e, yanî Kurdistan e, yanî miletê kurd e. Yanî em hemû ne.

Lê gelek kurdên bêxîret, gelek xayin û bênamûsên bûne hevalên dijmin, li hemberî vê hovîtiyê bêdeng in, piştgiriyê didin qatilên termê zarokê li erdê...

Kurdên li hemberî dagirkeran şer kirin û welatê xwe parastin kanin şer wenda bikin, lê şerefa xwe wenda nakin. 

Bes yên li hemberî dagirkirina welatê xwe bêdeng man û piştgirî dan hêzên dagirker û qatilên vî termê li erdê wan şerefa xwe ebedîyen wenda kir...

Helbet dinya jî gelkî bêûjdan û bêexalq e. Ûjdanê, exlaqê, merhemeta dewletan tuneye, ji bo dewletan ûjdan jî, exlaq jî, şeref jî, demokrasî jî pere û berjewendiyî ye, heq, huqûq, edalet hemû vir in, tenê li ser kaxetê hene.

Lema di serî da Rûsya û Amerîka, dinya jî şirîkê vê hovîtiya Tirkiyê ye, ew jî qatilên vî termê li erdê ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE