09 mars 2018

Erdogan dixwaze îslamê nuh bike û bibe pêxember



Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan, gotiye ”hewcedariya dînê îslamê bi nuhkirinê heye.”

Ê dema dîn were nuhkirin pêxember jî nuh dibe. Diyar e Erdogan çavê xwe bera ciyê Muhemedê ereb daye, dixwaze pêxemnberekî ji tirkan rake.

Ji xwe meriv ne pêxember be meriv nikane dînekî nuh bike. Ji bo nuhkirina dînekî pêxemberek lazim e....
Li gorî dînê nuh pêxemberekî nuh radibe... 

Ji xwe dema meriv bala xwe dide tarîxa dînan ev yek wiha bûye, Îsa dînê Mûsa nuh kiriye û bûye pêxemberekî nuh û Mihemed jî dînê Îsa nuh kiriye û bûye pêxemnerekî nuh û yê dawî.

Wek kekê Ahmed Zekî jî gotiye, Ataturk xwest îslamê nuh bike û bibe pêxemberekî îslamê yê nuh.
Lê ev projeya wî tam neçû serî, dînê wî bi tirkan sînorkirî ma. 

Yanî Ataturk bû pêxemberê tirkan tenê.
Nuha Recep Tayyip Erdoganê gurcî, dixwaze vî dînê Ataturk, yanî îslama tirkan careke din nuh(update)bike û îcar ew têkeve dewsa Ataturk.

Kekê Ahmed Zekî Okçuoglu li ser vê projeya Erdogan û vî dînê tirkan yê nuh nivîseke xweş nivîsîye. Min nivîs ji tirkî wergerand kurmancî. Nivîseke meriv bi zewq dixwîne.

”Ma Erdogan dînekî nuh çê dike?
Dihat gotin Erdogan li dû xelîfetîyê ye.

Di axaftina xwe ya do da Erdogan got ”dibê îslam were nuhkirin. Ev gotin nîşan dide Erdogan ji xelîfetîyê wêdatir li dû pêxembertiyê ye.
Îsa dîne Mûsa, Muhemed dîne Îsa nuh kir(update kir).
Erdogan jî ewê dîne Muhemed nuh bike.
Navê dînê nuh jî qey ewê bibe Dînê Erdogan.

Erdogan nuhkirina îslamê herhal ewê ji kesî ra nehêle, ewê bi xwe bike. Ewê xwe Kahtanî(Mehdî)îlan bike.
Nuha sondaj dike.
Ne hewceye alimên îslamî bicivîne û bi wan bişêwire.

Bi gotina wî dema roja wê hat ewê qerarnameyke di hukmê qanûnê da derxe bes e.
Di tarîxa tirk da avakirina dîn ne cara pêşî ye.
Berê Mustefa Kemal eynî tişt kir.

Wek Erdogan  Mustafa Kemal jî demekê xwest bibe xelîfe. Dû ra dev ji viya qeriya, kemalîzim, bi navê wê yê din ”ataturkçulik” dînekî nuh ava kir û pêxembertîya îlan kir.

Mustefa Kemal dînê xwe yê nuh, li gorî asasê îslamê ava kir.
Nutuq(axaftina Ataturk), Qurana ataturkçîtiyê ye.
Qebra(Gorra, Mezelê) Ataturk jî Kabeya ataturkçîtiyê ye.
Li hemberî 5 Şertên Îslamê, ataturkçîtiyê  6 prensîb asas girt.

Ferqa nabêna herdu dînan îslam uhrewî, ataturkçîtî dinyawî ye.
Muhemed dînê xwe li ser asasê neyartiya yahûdîtiyê ava kir.
Wek Mustefa Kemal, Erdogan jî qey ewê dînê xwe li ser asasê neyartiya kurdan ava bike.”

2018-03-09
Ahmed Zekî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE