30 mars 2018

Erdogan bersîveke "frekansa wê pir bilind" daye Macron !



Heyeteke Rojavayê Kurdistanê do li Parîsê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron ra civiya û li ser êrîşên Tirkiyê û rewşa kurdan agahî dan Macron û ji Fransayê alîkarî xwestin. 

Li gor daxwiyaniya Qesra Elyseeyê, Macron di civînê da soza alîkariyê daye Kurdan û gotiye ew kanin di nabêna PYDê/HSDê û Tirkiyê da nabênkariyê bikin.

Tirkiyê îro ev pêşniyara Macron red kir, got ew tu carî bi ”terorîstan ra rûnanin.”

Spas ji bo beyana Macron û hêvî dikim ev beyana Macron samîmî be, ne ji bo bazareke bi Tirkiyê ra be. 

Lê Tirkiye nuha ewê Fransayê jî wek yên din bi bertîl û rişwetê bîne rê. Erdogan ev îş baş fêm kiriye, ew zane ewrûpî çawa tên kirîn. 

Ewrûpî jî pînc in, dema îşê wan baş naçe, sîlehên wan nayên firotin, xwe nêzî kurdan dikin, dibêjin ewê piştgiriyê bidin PYDê, filan û bîvan. 

A li ser vê Erdogan devê kîs vedike û çend balafir, helîkopter û sîleh mîlehan dikire û meselê hel dike.

Ev 40 sal e eynî çîrok e, ne xêra kurdan bûya li Ewrûpa û Amerîkayê gelek fabrîqeyên sîlehan hatibûn girtin.

Di şer û tecrûbeya 40 salî da derket ortê bi vê siyasetê em nikanin zora dijminên xwe bibin. Dibê em ji xwe ra rêyeke nuh, siyaseteke nuh bibînin. Dibê em rûnin û muhasebeyekê bikin, em bala xwe bidinê hela me di ku da şaşî kir û di ku da em rast bûn?




Erdogan îcar bela xwe di Macron da. Ji bo beyana Macron ya ku gotibû Fransa ewê alîkariyê bide YPGê û ew dixwaze di nabêna YPGê û Tirkiyê da bibe nabêncî, Erdogan gotiye ”beyaneke hedê wî û bejna wî derbas dike” !


Gotinên Erdogan li yên ser beyana Macron:

”Macron pir ecêb ecêb dipeyive. Min bersîveke frekansa wê bilind dayê.

´Me garantîya alîkariyê da YPGê.´ Hela bala xwe bidin gotinê yaho?

Heger gotina em dixwazin bibin nabênkarê Tirkiyê û YPGê rast be, ev beyaneke hedê wî jî û bejna wî jî pir derbas dike. Ji xwe ra dibe bûk û zava. Tevî karên bejna te derbas dike nebe!

Hewcedariya me bi nabênciyan tuneye. Tirkiye bi rêxistinên terorîst ra rûnane. Tirkiye wek li Efrînê kir bi rêxistinên terorîst ra micadele dike. 

Hûn kî ne û çawa kanin bibêjin hûn dixwazin di nabêna Tirkiyê û rêxistina terorê da bibin nabêncî? Hûn çawa kanin peyveke wiha bigrin devê xwe? 

Tiştê hatiye serê me her tim kane were serê Fransayê jî. Di vî warî da heneka me, musameha me qet tuneye. Ma ez hîn çi bibêjinm?”



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE