12 mars 2018

Li pişt dagirkirina Efrînê Rûsya heye



Endamê Komîta Birêvebir yê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji Kurdistan24 ra gotiye, armanca Rûsyayê bi Efrînê ra Îdlibê, Cerablûsê û hin deverên din bide Tirkiyê. 

Aldar Xelîl gotiye ” êrîşa ser Efrînê, Rûsya bi riya Tirkiyê re êrîşê dike. Rûsya dixwaze Efrînê, Idlibê û Cerablusê û deverên din ji Sûriyê biqetîne û bi Tirkiyê ve girê bide, belkî Efrîn bi Bakurê Kurdistanê ve were girêdan û nexşeya Bakurê Kurdistanê mezin bibe, lê ew ji Rojavayê Kurdistanê tê birîn.” 



Ev îdîa Xelîl rast xuya dike. Çimkî Tirkiye bi destûra Rûsyayê Efrînê dagir dike.
Yanî li pişt dagirkirina Efrînê û vê qetlîama kurdan Rûsya heye. 

Erê qatil, celad Tirkiye ye, lê xwediyê qatil û celad Rûsya ye, Amerîka jî îşê xwe jê nayne, nika bîne jî. 

Lê heger Tirkiye Efrîne bigre ewê tu carî jê dernekeve, ewê Efrînê û hemû herêmên dagir kiriye bi Tirkiyê ve girê bide. Ev sedîsed e.

Esed û ereb nuha li êrîşên Tirkiyê temaşe dikin, lê piştî temambûna dagirkirina Efrînê ewê poşman bibin, Efrîn jî ewê bibe Golana duyem. 

Tirkiye ku derê bigre ewê paş da nede û ev plana Tirkiyê ya esasî ye.
Tirkiyê çavê xwe bera Mûsil û Kerkûkê jî daye, heger bikanibe ewê heta wir jî here.

Bêbextî, namerdî û ênamûsîya rûsan di sala 1947a da li Kurdistana Rojhilat li hemberî Qazî Mihemd û Komra Kurdistanê kirin, nuha li Efrînê dubare dikin.

Di Şerê Cîhanê yê Yekê da jî Sovyetê eynî bêbextî û namerdî li hemberî kurdên Kurdistana Bakur û Tevgera Azadîyê kirin.

Sosa sîlehan dan kurdan, lê kurd dixapandin, bi mehan serî li kurdan gerandin ji bo ku tirk zora kurdan bibin. 

Bêbextiya Lenîn û Sovyetê bi Tevgera Azadî, bi kurdên bakur ra kir ji ya îro li Efrînê dikin ne kêmtir e.

Dibê em bizanin rûsan di tarîxê da tim bi kurdan ra bêbextî kirine û tim kurd li ser piştê xistine.

Bi Esed û Sûrîyê ra jî eynî bêbextiyê dikin, him xwedêgiravî hevalê Esed in û him jî destûrê didin Tirkiye Sûriyê dagir bike. Yanî Pûtîn siyaseteke hewqasî bêşeref dimeşîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE