11 mars 2018

Efrîn min efû meke !




Efrîn, cî û warê zeytûnan,
kela şepal û şêrgelayan,
ez li hember te rûreş û şermezar im,
lê çi bikim bêîmkan û bê mecal im
Min efû neke,
tu carî efû meke
ez zanim îşev li dora te zûrezûra gura ye
û tu li bende gazî û hawara xwşmêrên kurda ye
li Ewrûpayê kurdên bi namûs rabûne ser nigan
dikin qîrîn û hawar
dixwazin dinyayê bi halê te bihesînin
lê dinya zalim e û namerd e,
dengê zarokên te naçe tu kesî


Em zanin ûjdan, merhamet û bext bi dewletan ra tuneye. 
Em zanin îman, şerf û namûsa dewletan berjewendî û pere ye. 

Lê ji bo em wan bikirin ew pere bi me ra tuneye. 

XXX

Soza min soz e ey Gûtîcan,
heke bi hezeran rabin ferman,
heke bi hezeran bajar bibîn wêran,
heke bihedimin erd û ezman,
heta negihîje azadiyê wê bidome ev destan!
///Rênas JiYAN


Spîkerê Rûdawê Dildar Herkî di twîtteke xwe da dibêje, gelek emîrên DAIŞê, 340 ji wan biyanî ne, di girtîgehên Efrînê da girtî ne.

Heger Tirkiye Efrînê dagir bike ewê van çete û terorîstên Daîşê ji girtîgeha Efrînê rizgar bike û bişîne welatên wan Fransayê, Brîtanyayê, Belçîkayê û Almanyayê û welatên din.

Ji bo şerê li hemerî kurdan ji Tirkiyê ra çete laziam in. Ji xwe yên nuha di cepheya pêşî da li Efrînê şrê kurdan dikin çeteyên Daîşê û terorîstên îslamî ne. Tirkiye wan dide pêş û ew jî ji paş da wan îdare dike, destega lojîstîk dide wan.

Bêyî alîkariya van çeteyên îslamî ne mimkûn bû Tirkiyê li Efrînê ev pêşketin bi dest xista. Xêra terorîst û çeteyên îslamî kanîbû van deran dagir bike.


Balafirên tirk yên şer Efrînê bomberan dikin. Neteweyên Yekbûyî û dinya li vê terora Tirkiyê ya ser Efrînê temaşe dikin. NY jî û dinya jî hevalê zalim û xurta ye, yê xurt be, xwedî hêz be kane her zulmê li xelkê mezlûm bike. 

Em çi bikin, em miletekî bêkes in. Ji ber Tirkiye viya zane lema kurdan bi darê ji gund û bajarên wan derdixe.

Cara kesî ev kiriye?
Lin Cindirêsê hin malbatan beroşa xwe li ser kuçik, telewîzyonên xwe vekirî, kincên xwe li derve raxistî hîştibûn û reviya bûn.

Çawa xelk were bi darê zorê meriv ji mala meriv derxe?
Ma zulmeke ji viya mezintir heye?

Lê ji ber em kurd in Tirkiye kane vê zulmê li me bike û dinya yî dengê xwe nake...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE