09 mars 2018

Dinya li hemberî Efrînê kerr û lal e



Di êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê da careke din me dît li vê dinyayê miletê herî belengaz û bêkes kurd in. Kî çi zulmê û neheqiyê li kurdan bike tu dewlet, tu dezgeheke navnetewî dengê xwe nake, medyaya dinyayê hema hema ji nedîve tê.

Ev nêzî du meha ye Tirkiye Efrînê, gund û nehiyên wê bombebaran û topbran dike. 


Bi sedan xelkê siwîl hatine kuştin û birînfdar kirin. 


Di medyaya sosyal da her roj rismên zarokên kuştî, cendekên perçebûyî, îşkence û wahşeta çeteyên îslamî tên belavkirin.


Lê telewîzyona Swêd heta nuha yek dîmen jî ji Cindirêsê, ji Efrînê û ji gundên wê nîşan nedaye. Di çapemeniyê da hema hema qala êrîşên Tirkiyê nayê kirin. 


Balafirên Tirkiyê ava Efrînê, elektirîka Efrînê bombebaran kirin û Efrîn nuha bê av û bêelektrîk e.


Lê medyaya Swêd û ya dinyayê gava qala Sûriyê dike tew navê Efrînê û kurdan derbas nabe, tenê qala Gutayê dikin, dibêjin li wir siwîl tên kuştin. 




Fena ku şer li Efrînê tunebe û siwîl li Efrînê nayên kuştin.
Fena ku Tirkiye êrîşî ser Efrînê nake.


Di şerê Bûrmayê da medyaya Swêd he roj di xeberan da koçberên arakanî nîşan dida. 


Nuha di her xeberê da qala Gutayê dikin û ji Gutayê dîmenan nîşan didin.
Lê qe qala Efrînê nakin.


Fena e li Efrînê şer tunebe, qet qala Efrînê û êrîşên Tirkiyê û çeteyên îslamî nakin. 


Telewîzyona Swêd heta nuha yek risim jî ji Efrînê, ji Cindirêsê  nîşan nedaye.


Medyaya Swêd ji ber du sebeban qala Efrînê û êrîşên Tirkyê nake, yek, ji ber ku Efrîn kurd e û ya din jî ji Tirkiyê ditirsin, newêrin bi nebaşî qala Erdogan bikin. 


Ez bawer dikim medya Alman, Îngilîz û welatên din jî wiha ye.
Yanî dinya jî li hemberî me ne adil û durû ye, li hemberî zulma li me dibe xwe kerr û lal dike, ji nedî ve tê…
Mixabim em miletekî bêkes, bêpişt û bextreş  in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE