11 mars 2018

Dinya alem dibîne kî merd e kî namerd e !




Esalet sifir.
Exlaq sifir.
camêrî û merdî sifir…
Şerm û heya sifir.
Edeb û terbiye sifir.
Merivekî wiha gava xwedî hukim be kane her bêexlaqiyê, her zirzopoyê, her zorbatîyê û her çavsoriyê bike.
Çimkî ji hemû wesfên mirovahîyê bêpar, şuştî miştî ye.
Çimkî sûtal e, çeqel e, namerd e.
Dest û nigê kurdan li kelmçê xistiye û ew jî her roj li ber wan bi bêexlaqî û namerdiyeke nedîtî qala mêraniya xwe û tirkan dike, heqaretên nemayî  li kurdên dest û nigên wan di kelemçê da dike.
Dinya alem dibîne kî mêr e, kî tirsonek e…
Çend sed şepal û şêrgele û egîdên kurd ev 51 roj in li hemberî ordiya NATO ya duyem  û bi hezaran qatil û çeteyên îslamî bi mêranî li ber xwe didin.
Yek egîdekî kurd bi keleşa xwe li hemberî sed, hezar leşkerên tirk û çete û qatilên  erebên îslamî  û tank û topên we şer dikin.
Mêranî ev e, ne ku hezar kes bi tank û topan û bi balafirên  şer êrîşê bibin ser şexsekî.
Merivê xwedî esalet û mêr be bi sed kesî naçe ser yekî, gav û saetê pesnê xwe nade, quretiyê, bêedebiyê nake, heqaretê li kesê dest û nigê wan girêdayî nake.
Şer jî, herb jî exlaqekî xwe heye…
Kesê camêr  be, ji xwe fedî bike ji ber ku xurt e hewqasî jî bêedeb nabe...


Em zanin ûjdan, merhamet û bext bi dewletan ra tuneye. 
Em zanin îman, şerf û namûsa dewletan berjewendî û pere ye.
Lê ji bo em wan bikirin ew pere bi me ra tuneye.

Mahfuz Yildiz ew ji heye le akil he ne ew akile!

Mahfuz Yildiz petrola me heye gaza me heye ava me heye tava me heye. li ser vana mirov dikare hesaban bike leee

Zinarê Xamo Mahfuz, rast e petrola me, gaza û ava me heye, lê em ne xwediyê wan in. Miletê bindest ne xwediyê tiştekî ye, ji bo ku em bibin xwediyê dewlemendiyên jêrzemîn û serzemînê welatê xwe dibê em bibin xwedî dewlet.
Lê aqilê siyasetmedar û rêberên me jî kêm e ew jî rast e. Li başûrê Kurdistanê kurd bûbûn dewlet lê ji ber siyaseta PDKê û YNKê ya malwêran ew fersend jî ji destê wan çû.
Berpirsiyarê vê rewşa Kurdistana Başûr sedîsed PDK, yanî Barzanî û YNK ye. Heger van herdu hêzan siyaseteke netewî bimeşandana û yekîtiya kurdan û berjewendiyên netewî di ser yên xwe ra bigirtana û bingehên dewletê danîbana nediketin vî halê xerab û wiha bi tenê nediman.

Mahfuz Yildiz Ger tu çeka bidî min û min di kada navnetevîde bitenê nehêlî Jibo 50 salî gaz û petrol a te ye!?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE