20 mars 2018

Dîndariyê hin kurd kirine hevalên dijimin




Di nabêna min û xortekî bi navê Raman Ayatullah da ev minaqaşa jêr derbas bû. Ez vê minaqaşê li jêr belav dikim.

Minaqaşeyeke balkêş e. Xort yekî dîndar e û li gorî wî ”Efrîn ji hêzeke kurd ya Kurdistanî nehatiye stendin, Efrîn ji destê hêzeke enternasyonalîst derket ket destê hêzeke netewperwer û nijadperest...” 

Ji ber ku Efrîn di destê PYDê da bû ev xortê dîndar Efrînê wek welatê xwe nabîne û lema jî dibêje ”ji destê hêzeke enternasyonalîst derket ket destê hêzeke netewperwer û nijadperest...” 

Hêzên êrîşkar û dagirker tirk û ereb in. Û PYD û YPG jî kurd in. Lê ji bo wî kurdbûna PYDê û YPGê jî ne muhîm e. Ji ber ku PYD ne hêzeke îslamî ye di nabêna wê û dijmin da ferq tuneye.

Ev dîtin ne ya vî xortî tenê ye, heger ne hemû bin jî lê piraniya dîndarên kurd wiha difikirin, ew tenê Kurdistaneke îslamî dixwazin, li dijî Kurdistaneke ne îslamî ne. Lema jî li dijî dagirkirina welatê xwe dernakevin, lema jî tu ferqê di nabêna  PYDê û cîhadîstên ereb û artêşa tirk da nabînin.
Ez minaqaşa di

Zinarê Xamo Raman, wek kurdekî tu çawa kanî hewqasî ji hest û fikrê netewî dûr bî û tu ferqê nexî nabêna hêzeke kurd, zarokên wî bajarî û hêzeke biyanî ya dagir ker?

Hey bêûjdan, dewleteke xerîb bi çete û qatilên xwe yên îslamî ra çûye bajarekî te dagir kiriye û dixwaze bike bajarê xwe û tu dibêjî ferq nake " Li Efrînê Ala Rengîn dalqandî nebû. Efrîn, ji hêzek Kurd ya Kurdistanî nehat stendin. Mînak ji pêşmerge nehate stendin. Efrîn ji destê hêzeke enternasyonalîst derket ket destê hêzeke netewperwer û nijadperest...”

Tu wek kurdekî xwedêgiravî xwenaskirî, zana çawa kanî ji dagirkirina welatê xwe ra bibêjî "Efrîn ji destê hêzeke enternasyonalîst derket ket destê hêzeke netewperwer û nijadperest?"

Meriv bi dil ne hevalê vê hêza dagirker be meriv tiştekî wiha nabêje !
Îdeolojiya hêza li Efrînê qet ne muhîm e, hemû kurd ne mecbûr in wek hev bifikirin. 

Tirkiyê Efrîn dagir kiriye, gelê Efrînê ji Efrînê derxistiye, Efrînê talan û wêran dikin, lê tu hîn jî dibêjî "Efrîn ji destê hêzeke enternasyonalîst derket ket destê hêzeke netewperwer û nijadperest !"

Yanî ji bo te tu ferq di nabêna hêza dagirker, hêza neyarê qewmê kurd û hêzeke kurd ya wek te nafikire tuneye. Ji bo te ya muhîm îdeolojî ye, welat, milet qet ne nuhîm e!

Meriv îdeolojiya xwe di ser welat û miletê xwe ra nagie. Yê li ser hukim kî be, îdeolojîya wî çi be jî ne muhîm e, îro ew e, sibe yekî din e. 

Lê li ba te tu ferq di nabêna PYDê û dagirkerên tirk û çeteyên Daîşê da tuneye. Ji bo te welat, ax, milet, nasname tuneye, tenê îdeolojî heye. Dijmin îdeolojiya te biparêze tu kanî pê ra şerê hêzeke kurd bikî û welatê xwe bidî dijmin. Tiştê te gotiye ev e.


Raman Ayetullah Mam Zinarê Xamo...

1. Ewilî ez bêjim, bi ya min ji bo ku hêzek wek "hêzeke kurd" bête naskirin divê ev hêz xwe bi simbolên gelê xwe bide naskirin. Ev hêza ku em behs jê dikin gelo vî şertê tîne cih?

2. Min behsa zilm û zordariya ku li gel hatiye kirin, kiriye.

3. Belê ez kurd im lê, pê re jî misilmanim. Divê hûn bûyeran bi çavê me jî binirxînin. Ji kerema we re li naveroka bernameya perwerdehiya Rojava (qewlî wan, Bakûrê Sûriyê) binihêrin.

4. Bes ev hêz ji bo berjewendiyên xwe yên birdozîk tevdigere.

5. Gel li ser çi bîr û baweriyê be divê kesên wan birêve dibin jî ji heman bîr û baweriyê be. Ev merc pêk tête gelo. An jî ev hêz rasterast bi bi rehên vî gelê dilîze.

6. Belê rast e, ez dîsa dûbare dikim, li cihek welatê min an alaya tirk û OSOyê hate daliqandin an jî alên hemûyên fraksiyonên enternasyonalîst. Bo min çi cudahiyek tuneye di nav de.

7. Ez kurdim û li ser şopa bav û kalê xwe me. Çewtiyên dagirkeran bi çewtiyên hîn hêzên "bes bi nav kurd" sererast nakim.

Zinarê Xamo
Raman Ayatullah, min negotiye tu ne kurd î. Tu kurd î lê belê tu bi çavekî netewî li meselê nanêrî. Tu wek dîndar û musilmanekî tirk, ereb û faris welatê xwe di ser her tiştî ra nagirî.
Tu pir teng difikire û lema jî tu dibêje ”ji bo min tu ferq di nabêna çateyên Artêşa Azad, leşkerên tirk û PYDê da tuneye.” 

Ji bo ku PYD wek te nafikire tu li dijî dagirkirina welatê xwe dernakevî. Ev ne şêleke welatparêzî ye.
PYD Kurdistanake serbixwe naxwze, ala kurd jî hil nade, heta navê Kurdistanê jî zû bi zû nagire devê xwe.

Lê Tirkiye û hemû hêz û partiyên tirk, rast, çep, îslamî, komunîst dîsa jî li dijî îktîdara PYDê ne. Çimkî tirk dibêjin îro PYD ye Kurdistanê naxwaze, lê sibe hinekên din ewê rabin û ewê Kurdistanê bixwzin. Lema jî qebûl nakin kurd li Sûriyê bibin xwedî statueyke siyasî û qanûnî.

Tirk dibêjin tu kesê nemir, tu siyaset û îdeolojiya ebedî tuneye, îro PKK, PYD Kurdistaneke serbixwe naxwazin, lê gava kurd bibin xwedî statuyeke netewî ev yek dibe bingeha avbûna Kurdistana pêşerojê, sibe partiyeke din ewê rabe û Kurdistaneke serbixwe bixwaze.

Lema jî Tirkiye bi çeteyên xwe ra êrîşî ser Efrînê kir. Lema jî Tirkiye nahêle kurd li Sûriyê bibin xwedî mefekî netewî û qanûnî.

Dewleta tirk, rast, çep û îslamîstên tirk hemû bi vî çavî li PYDê û li Efrînê dinêrin û lema jî hemû hêz piştgiriya dewleta xwe dikin.

Tirkiyê li Kurdistana Başûr li hembrî Barzanî û referandûma serxwebûnê ya 25ê îlona 2017a jî eynî siyaset meşend. 

Û hemû hêzên tirk wê demê jî piştgirî dan dewleta xwe.
Yanî ji bo tirkan partî, serok, îdeolojî ne muhîm e, PKK, ”teror meror” hemû bahane ne, ya muhîm dibê kurd, kîjan partî dibe bila bibe, li tu beşekî Kurdistanê azad nebin û nebin xwedî dewlet. 

Tu wek kurdekî dîndar vê yekê nabînî û lema jî li hemberî dagirkirina welatê xwe bêdeng dimînî, lema jî bi çavê neyar li PYDê dinêrî. 

Bi PYDê ra Efrîn ya kurda bû, lê îro Efrîn ne ya kurda ye, bûye ya tirkan. Tu wek kurdekî ne li dij e Efrîn bibe ya Tirkiyê, tu dibêjî ji bo min ferq nake. Fena Efrîn ne bajarê te be, fena tu ne kurd bî…
Heger hemû dîndar û îslamîstên kurd wiha difikirin ev felaket e ! Hevkariya bi dijmin ra ye…

Wek kurdekî dibê tu bibêjî bira Kurdistan çê be, rast, çep, dîndar, kî çê dike bira çêke.
Bira kurd bibin xwedî maf kî dibe îktîdar bira bibe. 

Tu kesê nemir tuneye, îro PYD ye, sibe kane hêzeke din be. Her tişt diguhere, partî tên û diherin. Lê yê naçe welat e. 

Lema jî dibê tu welatê xwe di ser baweriya xwe ra jî û di ser îdeolojiya xwe ra jî bigre. Welatê te tunebe tu bindest î, tu kole yî.

Ez merivekî ataîst im û ji bo Kurdistaneke azad û demokratîk dixebitim. Lê heger hêzeke îslamî li Kurdistana Bakur Kurdistanê çêke ezê bi dil û can destegê bidimê û dû ra ji bo demokrasîyê, ji bo wan ji ser hukim da bixînim micadele bikim.

Hêzeke biyanî, çete û qatilên îslamî û Daîşê welatê te dagir kirine, 200 hezar kurd ji welatê wan, ji malên wan derxistine û ereb û tirkan li wir bicî dikin, li hemberî vê dagirkeriyê tu dibêjî ”ji bo min di nabêna PYDê û artêşa tirk da tu ferq tuneye.” 

Merivekî nasyonalîst, merivekî ji welatê xwe, ji qewmê xwe hez bike tiştekî wiha nabêje. Welatê meriv namûsa meriv e, gava hêzeke biyanî weletê meriv dagir kir dibê meriv qebûl neke û şerê hêza dagirker bike. Yê li hemberî dagirkirina Efrînê dernekeve û bibêje di nabêna PYDê û çeteyên îslamîst û Tirkiyê da ferq tuneye, ” yek enternasyonalîst e, yek neteweperwer e"! ew çi navî li xwe ke, çi demagojiyê bike jî piştgiriyê dide hêzên dagirker…

Wek kurdekî dîndar dibê tu li hemberî dagirkirina welatê xwe bêdeng nemînî…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE