26 mars 2018

Qey li vê dinyayê hebûna tirkan cezayê me ye




Dibêjin di nava hemû zalimên dinyayê yên hatine û çûne da yê herî bêmerhamet û xwînxwar Cengîz Xana bûye. Li gorî îdîayekê Cengîz Xan ji sedî 11ê nufûsa dinyayê însan kuşt. Qala 40 milyon kuştî dikin.



A vî zalimê Moxol yê xwînxwar gotiye:

”Ez cezayê Xwedê me. Heger we gunehên pir mezin nekira Xwedê Teala ewê ez museletî we nekirama.”

Diyar e me kurdan jî gunehên pir mezin kirine, lema jî Erdogan û tirk Museletî me bûne.

XXX



Erdogan dibêje leşkerên wan li Şengalê dest bi operasyonan kirine?
Geleo ev rast e?


Li gorî medyaya tirk dinivîse serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”Min got emê têkevin Şengalê. Nuha li wir operasyonan dest pê kiriye.”

Di minaqaşeyeke telewîzyona NRTê da yekî got leşkerên Tirkiyê 25 km. ketine nava axa Şengalê.
Gelo ev rast e ya ne rast e?

Gelo leşkerên tirk bi rastî 25 km. ketine nava axa Kurdistana Başûr ya jî vana leşkerên Başîkayê ne?
Kî di vî warî da xwedî agahî ye?

Ez bawer nakim gotinên Erdogan ji bin da vir in.

Tiştê xerîb heta nuha hukûmeta Kurdistanê li ser vê îdîa Erdogan tiştek negotiye.

Li gorî Rûdawê nivîsîye, berdevekê Wezîrê Berevaniya Iraqê Tehsîn Xefacî gotiye îdîayên artêşa Tirkiyê li Şengalê dest bi operasyonê kiriye red kiriye û gotiye, “Heger Tirkiyê operasyon kiriba wezareta me û hikûmet ewê agahar biba.”

Erdogan gotiye opereayonê li Şengalê dest pê kiriye û Tehsîn Xefacî gotiye ev ne rast e. Gelo kî rast dibêje, kî derewan dike?



4 kommentarer:

  1. Xalo, wer xuya ye operasyoneke leshkeri nekirine le pishti gefen Erdogani, Iraqö ji PKK xwestiye ji wir herin u wan ji bi ya wan kiriye. Ev ji operasyon e, Erdogan ve dibeje.

    SvaraRadera
  2. Tirkiye 25-30 km. ketiye nava axa Kurdistana Başûr û 30 gund dagir kiriye. Rûdawê nivîsîye û navên gunndan jî dane. Lê wer xuya dike hukûmeta Kurdistanê dizî digire, naxwaze kes pê bihese. Qey bi dilê wan e, lema dengê xwe nakin.

    http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/260320183

    SvaraRadera
  3. Ere le ev ne li aliye Shengale ye.

    SvaraRadera
  4. Ferq nake, îro Duhok û Amedîye ye, sibe jî ewê Şengal be. Ya muhîm Tirkiyê 30 km û belkî jî hîn zêdetir erdê Kurdistanê dagir kiriye û hukûmeta Kurdistanê jî qet dengê xwe nake. Ji bo Nêçîrvan ya muhîm kursîya wî ya bêmaneye, Tirkiyê Kurdistan dagir kiriye ne muhîm e, qet îşê xwe jê nayne. Dibêjin ew problema PKKê û Tirkiyê ye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE