28 mars 2018

Dibê meriv guh bide vê şîreta Machiavelli




Rêya herî kin ya fêmkirina qelîteya serokekî, dibê meriv bala xwe bide kesên li dora wî.
///Machiavelli

Dema rev hewce be bireve, dema wêrekî hewce be wêrek be. Tu her tiştî ji bo xwe dikî.
///Machiavelli

Serokên kurdan kesî nêzî xwe nakin, merivên bi tenê ne, çimkî kûpê êqil in, ne hewceyî aqilê kesî ne.
Û yên li dora wan hene jî bi piranî pepûk in, wezîfeya wan leqandina serî û parastina serok e.



Ez ji gudarîkirinê hez dikim. Li însanan bi gudarîkirina bi dîqet ez gelek tiştî fêr bûm. Gelek kes li yê hemberî xwe qet gudarî nake.
///Ernest Hemingway

Li ba tirk û ereban kultura gudarîkirinê tuneye, kultura axaftina di devê hev da, birrîna peyvên hev, qîrîn û kakafonîyê heye.

Di telewîzyonê da li minaqaşeyeke tirkan temaşe bikin hûnê bibînin tirk çawa dipeyivin.
Ev bêkulturiya ereb û tirkan di me jî gerîyaye, çimkî em bi perwerdeya wan mezin bûne…


Heyeta Ewlekariya Netewî ya Tirkiyeyê (MGK) di bin serokatiya Erdogan da civîyaye û piştî civînê li ser Efrînê, Minbicê, Şengal û Qendîlê belavokek belav kiriye.

HENê di belavoka xwe da teqrîben gotiye hey Tirkiyê dest pê kiriye, dibê Minbicê, Şengalê, Qendîlê û her dera terorîst lê hene wek Efrînê bigre.

Em çi bibêjin jî hûnê nesekinin, çimkî çavê we me dibire û du dewletên baskokirî li hemberî we hene. 

Lema jî hûn pir har bûne. Lê ev stûrî ewê ji we ra nemîne. Hela ka em binêrin taliya we ewê ça be...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE