09 mars 2018

Di vî halê zelûl da ne umre û ne hec li kurdan nakeve



Kurdên totikvala, kurdên bêhiş, kurdên li ber xwe nakevin pir in. Di genên vî miletî da seqetiyeke heye.

Di vî halê xerab û rewşa malwêran da, di orta vê cengê da ji Kurdistana Başûr 4 hezar kurdên totikvala diçin Erebîstana Suûdî Umrê. Balafira pêşî do, di 8ê mehê da ji Silmêmaniyê rabû. 

Îraq destûrê nade rêwîtiya bi balafiran, saha hawayî li ser Kurdistanê girtine. 

Lê ji bo çûna Umrê destûr dan. Ji bo çend qurişên di bêrîka wan da heye wiya jî ji wan bigrin.

Ereban ambargo dane ser wan, bi hezaran kurd nan tune bixwin, bi hezaran mamûr û karkir serê mehan e  nikanin meaşên xwe bigrin, ew diçin hecê.

Ezbenî heca we, umreya we welatê we ye, Efrîn e, Kerkûk e, Xurmatoye, bi dehhezaran kurdên di kampan da dijîn. Heger perê we heye bidin van kurdên ji ber zulma ereban koçber bûne, xêrekê li wan û zarokên wan bikin.

Çima hûnê herin perê xwe têxin zikê wan erebên faşîst û neyarên qewmê kurd?

Li gorî Rûdawê nivîsîye 4 hezar kurd ewê herin Umrê. Tenê bilêta balafirê 900 Dolarê Emerîkî ye. 

Di orta vê herbê û perîşanîyê da 4 hezar dînên kurd dikin herin xweliya ereban li serê xwe kin. Dema aqil par bû kurd negihîştin ser û we selam…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE