10 mars 2018

Civata Tirkiyê bi tevahî hildiweşe



Di rojnameya ”Gazete duvaR”ê  da Îrafan Aktan bi dîrokzan û lêkolînerê siyasetê Prof. Dr. Hamît Bozarslan ra hevpeyvîneke muhteşem kiriye. 

Hevpeyvîn ne pir dirêj bûya minê wergeranda kurmancî. Lê pir dirêj e. Lema jî ezê bi kurtî qala hin beşên wê bikim.

Prof. Hamît Bozarslan li ser Tirkiyê, civta tirk, siyasta Tirkiyê ya li hemberî kurdan, li ser êrîşa Tirkiyê ser Efrînê û li ser rewşa kurdan ya siyasî tiştên pir hêja muhîm dibêje, tespîtên pir girîng dike.

Li gorî Hamît Bozarslan, civata tirk bi tevayî dihedime yanî hildiweşe. Civata her roj lê bûyerên mezin, tarîxî biqewime nikane bibe xwediyê hafizayeke koleltîv û ji ber wê jî nikane wek civat bimîne, ev ne mimkûn e.

Bozarslan dibêje ji ber ku civata tirk têk diçe, rasyonalîteya dewleta tirk bi tevayî îmha bûye. Lema jî îstîkrar ne mimkûn e.

Prof. Hamît Bozarslan dibêje,  heta do dijminên Tirkiyê Îsraîl û Rûsya bûn, tu nemabû bi wan ra têkeve herbekê. Lê nuha dijmin huherîye, îcar bûye Amerîka û Ewrûpa û kî li dijî Rûsyayê derkeve dibe xayin. 

Li gorî dîtina Prof. Hamît Bozarslan, Tirkiye dixwaze xwe wek hêzeke mezin ya herêmî bide qebûl kirin û bi taybetî jî tevgera kurd zeîf bike, ji hêz da bixîne. 

Lê Tirkiye li hemberî kurdan tenê şer nake, li hemberî Amerîkayê jî şer dike û viya jî her tim dubare dike. 

Tirkiye dixwaze bibe împaratorî û di vî warî da nostaljîyeke wê ya pir mezin heye. Û viya jî ancax kane bi rîya şer û şîdetê bike.

Erdogan tim dubare dike, dibêje tirk xwedî mîsyoneke tarîxî ne û ev mîsyon jî hakîmîyeta dinyayê ye. Yanî Erdogan belaseb qala welatekî,  împaratoriyeke xwedî 5 milyon kîlometerqere erd nake.
Û ji bo çêkirina împaratoriyeke hewqasî mezin jî helbet dibê siyaseteke şerûd û êrîûkar were meşandin.

Erdogan tim dibêje, mîsyona tirkan ya tarîxî ji alî dijminên derve û hundur ve hat kuştin, ev mîsyona tirkan marûzî sûîqastê hat. 

Li gorî Prof. Hamît Bozarslan, Erdogan pêşrojê wek beşeke heyfgirtina ji tarîxê dibîne. Gava hedef ev be dibê serî li şîdetê bide, bêyî zorê û şîdetê tiştekî wiha nabe.

Bozarslan dibêje tiştê metirsîdar civata tirk dihedime. Di exlaq da, di perwerdehiyê da, di zimên da têkçûneke pir mezin heye. Hin rejîm bi hilweşîna xwe ra civatê jî dihedimînin, têk dibin. Îbn Haldûn viya dibêje:

”Di normalê da medenîyetek bilind dibe, bi pêş dikeve, mikemel dibe û têk diçe. Dû ra vizbûneke nuh dest pê dike û medenîyet ji nuh ve zîl dide. 

Lê belê Îbn Haldûn viya jî dibêje; ”di hin rewşan da zevî hewqasî beyar dibe ji nuh ve zîldana medenîyetê mimkûn nabe. Dibê meriv vê îhtîmalê jî ji bîr neke.” 

Bozarslan dibêje li Tirkyê tiştê di du mehan da çê dibin li Fransayê di deh salan da çê nabin. Hannah Arendt dibêje:
”Heger her roj bûyereke mezin diqewime û ev bûyer ya do dide jibîrkirin, wê demê hebûne civatê ne mimkûn e. Ji bo çêbûna civatê di zeman û mekan da gerek hin destik, hin çemil, hin hênî hebin. Heger rojê deh bûyerên mezin diqewimin, di vir da êdî kontrolek ya jî hafizayeke kolektîv ne mimkûn e. Dema hafizeya kolektîv dihedime, hafize qerekterekî ferdî digre. Tiştê nuha li Tirkyê dibe ev e.”

Li ser bêdengiya Xerbê ya di şerê Efrînê da jî Prof. Hamît Bozarslan gotiye:

” Sebebê bêdengiya Xerbê ya li hemberî Efrînê, ji ber ku Xerb naxwaze Tirkiye hilweşe.  Xerb naxwaze Tirkiye li Efrînê bi ser keve jî, dixwazin Tirkiye bi rehetî şer rawestîne. Lê diyar şer ewê bidome. Ne mimkûne meriv bizane Tirkiye ewê çi bike? Gelo ewê êrîşî Minbicê bike û emerîkî ewê Minbicê biparêzin? Gelo di nabêna Rûsyayê û Amerîkayê da ewê lihevhatineke çê bibe? Dibê meriv van îhtîmalan jî ji bîr neke.”

Bi kurtî hevpeyvîneke xweş e, yên bi tirkî zanin kanin bi zewq bixwînin.





Navê hevpeyvînê " Türkiye toplumu çöküyor/civata Tirkiyê hildiweşe."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE