22 mars 2018

Dagirkerên Efrînê û qatilên me ne Tirkiye û çeteyên îslamî tenê ne




Ez dixwazim fikrê xwe yê li ser ji bo çi Sûriyê, Îrsanê, Rûsyayê û Amerîkayê hîştin Tirkiye Efrînê dagir bike bibêjim. 

Ez gotna dawî di serî da bibêjim: ji ber ku  Sûriyê, Rûsyayê, Amerîkayê, Îranê, Natoyê, Yekîtiya Ewrûpayê naxwazin kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe, lema hîştin Tirkiye bi çeteyên xwe yên îslamî ra Efrînê dagir bike, bi hezaran bikujin û 200 hezar kurdê ji Efrînê derxin. Tirkiyê bi destûra van dewletan ev jenosîd kir. Tiştê Tirkiye û çeteyên îslamî li herêma Efrînê dike jenosîd e, lê dinya lê temaşe dike, çimkî dinya jî dixwaze Tirkiye viya bike.

Lema jî qatilên me ne Tirkiye çeteyên wê tenê ne, Rûsya, Amerîka, Sûriye, Îran, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO ye  şirîkên vê jenosîdê ne. Dibê em bizanibin halîhazir dinya dijminê me û dostê tirka ye. Îro realîteya heyî û rastîya me ev e.


Sûriyê hîşt Tirkiye Efrînê dagir bike, çimkî Sûriye naxwaze Efrîn bibe ya kurdan û naxwaze rojekê Kurdistan çê bibe. Ji bo Efrîn nebe bajarekî Kurdistanî qebûl kir bibe bajarekî Tirkiyê. Esed got bira Efrîn nebe ya kurdan bira ji Tirkiyê ra be. Sûriyê di 57 rojan da ne eskerî û ne jî siyasî û dîplomatîk li hemberî êrîşên Tirkiyê tiştek nekir, tenê lê temaşe kir.

Îranê ji dagirkirina Efrînê ra dengê xwe nekir, çimkî Îran dibêje bira Efrîn nebe ya kurdan bira bibe ya Tikriyê. Ji bo ku bingeh û asasê Kurdistanê çê nebe, fireh nebe, Îranê hîşt Tirkiye Efrînê bigre.
Îranê di referandûma Kurdistan Başûr da ji Îraqê bêtir şerê kurdan kir, gef li kurdan xwar, derî li kurdan girt. 

Lê di 57 rojên êrîşên Tirkiyê da Îranê li hemberî Tirkiyê yek gaveke cidî navêt, yek gef li Tirkiyê nexwar. Halbû Tirkiyê Sûriya dagir dikir. Heger Îranê bixwest kanîbû rê li ber dagirkirina Efrînê bigre, lê nekir.

Rûsyayê destûr da Tirkiyê ji bo ku êrîşî ser kurdan bike û Efrînê dagir bike, çimkî Rûsya dibêje bira Efrîne di destê kurdan da nemîne, bira bingehê Kurdistanê çê nebe, bira Efrîn ji Tirkiyê ra be. 

Rûsya mitefekê Esed e, xwedêgiravîyekîtiya axa Sûriyê diparêze, lê destûr da Tirkiyê Efrînê dagir bike û kurdan ji herêmê derxe. Çimî Pûtîn naxwaze Kurdistan çê bibe, lema jî Efrîn ji kurdan girt û da Tirkiyê. Tirkiyê Efrîn negirt, Rûsyayê Efrîn da diyarî Tirkiyê kir.

Welatê ereban 57 rojan li hemberî êrîş û dagirkeriya  Tirkiyê bêdeng man, çimkî ji bo wan jî ya muhîm Efrîn nebe ya kurdan û Kurdistan çê nebe. 

Lema jî gotin bira Efrîn ji Tirkiyê ra be, lema jî li hemberî dagerkeriya Tirkyê heta nuha Yekîtiya Ereban yek beyan jî nedeya, Tirkiye protesto nekiriye. 

Tenê Misrê carê protesto kir. Ew jî ji ber ku nabêna Sîsî bi Erdogan ra ne baş e lema.


Amerîkayê û NATOyê çavên xwe ji êrîş û dagerkeriya Tirkiyê ra girtin, ji ber ku naxwazin Efrîn ya kurdan be û bingeha Kurdistanê were avêtin. Lema jî hîştin Tirkiye û çeteyên Daîşê bi hev ra Efrînê dagir û talan bikin. 

Amerîkayê kanîbû rê li ber dagirkirina Efrînê bigre, lê nekir, li dagirkirina Efrînê komkujiya kurdan temaşe kir. Nexwest nabêna xwe bi Tiriyê ra xera bike. Tirkiye û mitefîkiya Tirkiyê ji kurdan muhîtir dît. Lema hîşt Tirkiye Efrînê dagir bike û 200 hezar kurd jê derxe. Û him jî bi çeteyên Daîşê ra.

Yekîtiya Ewrûpayê 57 rojan li hemberî êrîş û hovîtiyên Tirkiyê û qatilên Daîşê xwe kerr kir, çimkî  dixwest Tirkiye Efrînê dagir bike, dixwest Efrînê wek bertîlekê bide Erdogan, ji bo ku Erdogan koçberan zêde neşîne Ewrûpayê. Merkelê bixwesta kanîbû qiyametê rake, lê nekir. Çimkî ew jî dixwaze Kurdistan çê nebe, çimkî ew jî dixwaze kurd nebin xwedî dewlet û tirk zirarê nebînin.

Neteweyên Yekbûyî navê Efrînê nexist biryara jimara 2401 ya mehekê rawestandina şer û zêde neçû ser Tirkiyê, çimkî xwest Tirkiye Efrînê dagir bike, xwest Efrîn ji dest kurdan derkve. 

Neteweyên Yekbûyî (Amerîka, Rûsya, Îngilistan, Fransa, Çîn), ji bo ku Tirkiye Efrînê dagir bike navê Efrnî nexist biryara rawestandina şer. Wletan zanîbûn navê Efrînê tunebe Tirkiye ewê êrîşên xwe bidomîne.



Welahasilî kelam, sebebê Sûriyê û Îranê hîştin Tirkiye Efrînê dadagir bike, sebebê piştgiriya Rûsyayê, Amerîkayê û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê hemûyan xwestin Efrîn  ji destê kurdan derkeve û bibe ya Tirkiyê.

Wan destûr dan Tirkiye bi çeteyên xwe yên îslamî  ra 57 rojan Efrînê û gund û nehiyên wê bombebaran bike, wêran bike, bi hezaran însanan bikujin û bi hezaran jî birîndar bikin.

Wek li jor got, sebebê Sûriyê, Îranê, Rûsyayê hîştin Tirkiye Efrînê dagir bike û bi Tirkiyê ve girê bide, gotin bira kurd li Efrînê nemînin, bira Efrîn bibe ya Tirkiyê. 

Ji bo ku yekîtiya axa Kurdistanê çê nebe, ji bo ku rojekê Kurdistan çê nebe. Ji bo ku Kurdistana çê be ne dewlemend be, ne mezin be.

Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê jî çavên xwe ji dagirkerî û qetlîamên Tirkiyê ra girtin, çimkî wan jî nexwestin Efrîn wek bajarekî kur bimîne, lema jî gotin bira ji Tirkiyê ra be.

Yanî netîce Sûriyê, Îranê, Rûsyayê û hemû dinyayê gotin bira Efrîn nebe ya kurdan, bira bibe ya Tirkiyê, gotin bira Tirk ji me aciz nebin, bira kurd qir bibin. 

Lema hîştin Tirkiye vê felaketa mezin bîne serê kurdan û bajarê wan dagir bike û herî kêm 200 hezar kurd ji welatê wan derxin, bi çolan xin.

Heger new wisa bûya Sûriyê, Îranê û Rûsyayê Efrîn nedidan Tirkiyê. Bêyî destûra Sûriyê, Îranê û Rûsyayê ne mimkûn bû Tirkiyê gava xwe biavêta nava axa Efrînê. Heger Rûsyayê nexwesta Tirkiyê nikanîbû guleyekê jî bera kurdekî bide.

Heger ne wisa bûya Amerîka û NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê ewê nehîştana çete û terorîstên îslamî û Daîşê vê zulmê li hêzeke mutefikê wan, li miletekî mezlûm û bêsûc bikin. Wan xwest Tirkiye û çeteyên îslamî Efrînê bigrin û kurdan qetil bikin. Bi destûra Natoyê bû. 

Ji ber wê jî dibê em bibêjin Sûriye jî, Îran jî, Rûsya û Amerîka jî sûcdar in, ew jî qatilên miletê kurd in, bi destûra wan Tirkiyê û qatilên îslamîst Efrîn dagir kirn, komkujî kirin û ev a mezin anîn serê miletê kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE