19 mars 2018

Heger kêfa we ji dagirkirina Efrînê ra nehata û hûn nedibûn zilamên Tirkiyê û çeteyên îslamî



Cedan Elî , nûnerê ENKSê yê Kurdistana Başûr

Serokê Desteya Nûnertiya ENKSê yê li Başûrê Kurdistanê Cedan Elî gotiye “ qet kêfa me nayê ku kesekî xerîb were bikeve devera Kurdî û dagir bike, an jî şikestina PYDê bîne. ”

Xwefiroşê pîs, heger kêfa te ji dagirkirina Efrînê ra nehata wek ENKS hûnê neketana nava Îtalîfê û we yê piştgirî neda êrîşa Tirkiyê û Artêşa Azad. 

Ma Erdogan û çeteyên îslamî ji bo çi şer dikirin?
Ma şerê wan ne ji bo herin têkevin Efrînê?

Bi dîtina min tu ferqa ENKSê û Artêşa Azad tuneye. Piştî Efrîn ket destê dijmin cahşê bêşexsiyet dibêje ew naxwaze kesên xerîb herin têkevin herêma Efrînê.
Yanî jî ev gotine?

Vira nekin, ruyê xwe reş nekin, we hemûyan zanîbû gava Efrîn were dagirkirin Tirkiyê ewê kurdan ji Efrînê derxe û Efrînê bi Tirkiyê ve girê bide.

We zanîbû plana Tirkiyê guhertina demografiya Efrînê ye.
Erdogan her roj ev nêta xwe dubare dikir û we jî ji bo çend qurişên pîs piştgirî da Erdogan. We Efrîn û şerefa xwe firot tirka. Hûn jî bi qasî Tirkiyê û çeteyên îslamî sûcdar in.

Çeteyên we Efrînê talan dikin. Û hûn jî di hêmêza MITê Tirkiyê da li talana Efrînê temaşe dikin. 

Erdogan her roj digot ”ewê qorîdora terorê paqij bike û Efrînê teslîmî xwediyên wê yên esil bike.”

Yanî ewê kurdan ji Efrînê derxe û hinekên din li Efrînê bi cî bike.

Efendim  em ”guherandina demografiya Efrînê qebûl nakin”
Kuro tu kî yî, tu qebûl bikî çi ye, qebûl nekî çi ye?
Heger te qebûl nekira tu nedibû hevalê Tirkiyê û çeteyên îslamî. 

Mêrikan Efrîn dagir kirine û xelas…
Ji xwe karê we qediya, Erdogan gihîşt miradê xwe, nuha ewê teskereya we tije bikin û dara di we ve kin…



Efrînê û zarokên xwe tam 57 rojan li hemberî artêşa NATO ya duyem û bi hezaran qatilên îslamî, li hemberî tank, top û balafirên herî modern li ber xwe da û bi vê liberxwedana tarîxî hemû dinya kir heyranê xwe.

Çi ji destê zarokên Efrînê hat kirin, ne dinya û ne jî kurdên xwedî hêz, xwedî sîleh û şervan neçûn hawara wan.

Zarokên Efrînê bi liberxwedana xwe serbilind in, lê kurdên kanîbûn biçin hawara wan û neçûn, kurdên kanîbûn dengê xwe bikin û nekirin nuha serê wan di ber wan da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE