08 mars 2018

Çavuşoglu got piştî Efrînê eynî tiştî bi Îraqê ra ewê li Kurdistana Başûr bikin



Mevlut Çavuşoglu got piştî Efrînê eynî tiştî ewê li Kurdistana Başûr bikin û ji bo wê jî bi Îraqê ra li hev kirine

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li paytexta Awusturya li Vîyanayê gotiye êrîşa wa nya ser Efrnî û Kurdistana Rojava ewê heta meha gulanê dom bike û di meha gulanê da ewê biqede. Û dû ra jî ewê eynî tiştî îcar li Kurdistana Başûr li hember PKKê bidin destpêkirin. Û ji bo operasyoneke wiha jî Tirkiyê û Îraqê li hev kiriye.

Çavuşoglu li Vîyanayê wiha gotiye:
“Li Iraqê jî ewê operasyoneke dersînor li dijî PKKê were kirin, emê bi Iraqê bikin. Me bi Iraqê li hev kiriye, piştî hilbijartinên Îraqê emê operasyona PKKê bidin destpêkirin. Wek yên Tirkiyê, li wan çiyan jî PKK ewê were paqijkirin. Heta Silêmanî û Kerkûkê çûne. Iraq dixwaze tevahiya axa wê ji teroristan were paqijkirin. PKKê li Iraqê jî dest bi avakirina kantonan kiriye. ”

Min tim digot, heger Tirkiye li Efrînê bi ser keve, piştî wê dora Kurdistana Başûr e. Efrîn bikeve Hewlêr dikve tahhlûkê...

Va ye Çavuşoglu ev plana Tirkiyê eşkere kiriye û di ser da bi Îraqê ra jî li hev kirine. Çend roj berê serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar çû Îraqê. Wê demê mesele îcar dagirkirina Kurdistana Başûr e, îcar ewê berê xwe bidin Zaxoyê, Duhokê, Hewlêrê û Silêmaniyê. 


Çavuşoglu ev hedefa Tirkiyê pir vekirî gotiye. Hinceta Tirkiye jo bo êrîşa ser Hewlêrê, Silêmaniyê  û Kurdistana Federe nîşan bide ji  ya li Sûriyê nîşan da gelkî xurttir e.

Û ji xwe wa ye mêrik gotiye PKK heta Silêmaniyê çûye û li Kurdistana Başûr jî kanton çêkirine.

Maneya xwe wek Efrînê, bi eynî argumentan ewê bixwazin Zaxo jî, Duhokê jî, Hewlêr û Solêmaniyê jî dagir bikin.

Yanî plan û hedefa Tirkiyê, Îraqê û Îranê ne PYD û kurdên rojava tenê ne, êrîşkirina ser Kurdistana Başûr e jî, dixwazin li Kurdistana Başûr jî desthilata kurdan ji ortê rakin.

Yanî armanc û hedefa Tirkiyê, Îraqê û Îranê êdî vekirî ye û Çavuşoglu wa ye tarîx jî daye, gotiye ewê di meha gulanê da, piştî hilbijartinên Îraqê eynî operasyonê li Kurdistana Başûr bidin destpêkirin.
Yanî êdî em zanin dijminên me ewê kînga êrîşî ser me bikin. Li hemberî vê plana wan em kanin çi bikin, çi tedbîrê bigrin, dibê bi lez em bikin. 

Ev beyana Çavuşoglu pir cidî ye, biryara dagirkirina Kurdistana Başûr e, biryara xistina Kurdistana Federe ye.

Dibê hemû partiyên Kurdistana Başûr, bi PKKê, PYDê û partiyên din ra tavilê li hev bicivin û cepheyeke netewî ava bikin, tedbîrên kanin bigrin ji nuha bigrin. Têkiliyên dîplpomatîk ji nuha da têxin dewrê. Rewş pir cidî ye.

Dixwazin tevgera kurd li her çer perçên Kurdistanê tasfîye bikin. Hedefa Tirkiyê ne PKK û PYD û rojava tenê ye, hedef têkbirina Kurdistana Federe ye jî. Û wa ye bi Îraqê û bi Îranê ra jî li hev kirine.

2 kommentarer:

  1. xalo, heke dunya weha be deng be, Iraq u Tirkiye de Bashur ji orte rakin.

    SvaraRadera
  2. Mimkûn e, ew îhtîmal heye. Tirkiye wê eşkere dibêje. Erdogan got piştî Kurdistana Rojava temam dagir kirin ewê berê xwe bidin Qendîlê, Silmaniyê. Got "terorîstek" li ku hebe ewê herin wir. Yanî heger Amerîka li dij dernekve Tirkiye ewê êrîşşî Kurdistana Başûr jî bike.

    SvaraRadera

PARVE BIKE