31 mars 2018

Çavê dinyayê û Neteweyên Yekbûyî ji filistîniyan ra çar e û ji kurdan ra kor e



Ji bo bûyerên Xezayê û kuştina 15 filistîniyan Tirkiyê qiyamet rakiriye, birêvebirên Tirkiyê gotinên pir giran ji Îsraîl ra dibêjin.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bi lez dicive.

Hemû ajans û telewîzyonên dinyayê qala bûyerên Xezayê û şîdeta Îsraîl dikin.

Tirkiyê 58 rojan Efrîn û gundên wê bombebaran kir, Efrîn, gelek gund û navçe wêran kir, 150 hezar însan koçber bûn. 

Û li gorî gotina Erdogan 3800 ”terorîst” kuştin.

Lê ne Îsraîl rojekê Tirkiye rexne kir û ne jî Konseya Ewlekariyê ji bo Efrînê civiya.

Ji xwe Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê di tu beyan û biryareke xwe da navê Efrînê û kurdan jî zikir nekir.

Leşkerên Îsraîl sîleyekê li filistîniyekî xe, Tirkiye qiyametê radike, gotinên pir giran ji Îsraîl ra dibêje, dibêje ev teror e.

Tirkiye bi hezaran kurdî dikuje, bajaran dagir dike, talan û wêran dike, bi terorîst û çeteyên îslamî ra hevkariyê dike, Îsraîl newêre dengê xwe bike. Çimkî Îsraîl ji Tirkiyê ditirse, naxwaze xezeba Erdogan li xe bîne xezebê.

Hemû dinyayê, Neteweyên Yekbûyî û Yektîtiya Ewrûpayê jî di nav da, 58 rojan li êrîşên Tirkiyê temaşe kirin. Kesî Tirkiye rexne nekir.

Lê eynî Neteweyên Yekbûyî û eynî dinya li ser bûyerên Xezayê rabûye ser piya û Îsraîl rexne dikin…
Evy ek jî nîşan dide hemû dinya dijminê me ye.

Gava mesele dibe kurd, Neteweyên Yekbûyî jî û hemû dinya jî dibe bênamûs û bêşeref, hemû li qetla me temaşe dikin.

Neteweyên Yekbûyî li dijî kuştina her miletî derdikeve, zulma li her miletî dibe protesto dike, tenê li dijî zulma li kurdan dibe dernakeve, tenê li dijî kuştina kurdan dernakeve. 

Gava mesele dibe kurd û Kurdistan ji tirsa tirkan û Tirkiyê hemû dinaya xwe kerr û lal dibe, kumê bênamûsiyê û bêşerefiyê dide serê xwe û devê xwe digre.

Tufî li namûs û şerefa we hemûyan be…

Ev dinya, bi hemû dezgehên xwe yên mafên însanî û nizanim çi û çi ve dinyayeke bêbext, bêûjdan, bêedalet û bêşeref e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE