05 mars 2018

Blogan malperên xeberan derbas kirin




Di malpera "Pewerdia" da nivîsek  li ser feyde û başiyên poceketê heye, di nivîsê da li ser pocket xwendinê çawa hêsantir dike tê sekinandin. 

Di nivîsê da li
 ser blog û malperên xeberan jî çavdêriyeke balkêş û tespîteke pir xweş heye. Nivîskar ji zimanê malperên xeberan yê xerab gazin kiriye û gotiye:

”Xêncî malperên nûçeyan ku dilê meriv bi kurmancîya wan dixele, blog bi hest û ramanên takekesî û bi samîmîyeta xwe bûne weşanên xweşik di vê dewra xerab de. Hin blog birêkûpêkîya xwe û fontên xwe delîveyên xwendineke baş pêşkêş dikin lê mixabin hin ji wan bo telefonan hetta bo kompûterê jî pêkan nîne ku başebaş xwe bidin xwendin.”



Nivîsa li ser feydeyên "pocetê": Bi Pocketê Xwendinê Hêsantir bike! 

Kêfa min pir ji van gotinên jor ra hat.
” Blog bi hest û ramanên takekesî û bi samîmîyeta xwe bûne weşanên xweşik di vê dewra xerab de.” tespîteke pir rast e.

Bi rastî jî wer bûye, blog bere bere him zêde dibin û him jî xwendivanên wan zêde dibin. 

Ev yek ji bo pêşketina kurdî fersendeke nuh e û pir baş û bi feyde ye... 

Malperên xeberan ji dêlî ku xwendevanên kurdî zêde bikin, tesîreke belovacî kir û dilê însanan, madê însanan ji kurdî gerrand. 

Lê blog him bi saya mijarên xwe yên babet babetî û him jî bi samîmîyet û bi dîtinên xwe yên şexsî û bi zimanê xwe yê sade xizmeteke nedîtî ji pêşketine kurdî ra dikin.

Pocket, bi swêdî ji bo kitêba bêcild ya biçûk, meriv kane têke bêrîka xwe tê gotin.”Pocket”, yanî kitêba bêrîkê, kitêba bi cildê nerm û formata wê jî A5 e, ji bo têkeve bêrîkka meriv.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE