26 mars 2018

Bi vê tirsonekîyê YE nikane êrîşkariya Erdogan rawestîne



Îro zîrveya Yekîtiya Ewrûpayê li Bûlgarîstanê li Varnayê çê dibe. Piştî zîrveyê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ewê bi Serokê Konseya Ewrûpayê Donald Tusk û bi Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Junker ra bicive. Û dû ra bi hev ra civîneke çapemeniyê çê bikin.

Bi qasî xuya dike serokên YE di mesela siyaseta Tirkiyê da tam ne li hev in. 

Hin welatên Ewrûpa yên wek Hollanda, Avusryayê dixwazin têkiliyên endametiyê bi Tirkiyê ra were rawestandin. 

Serokê Avusturyayê Sabasîan Kurz berî civînê gotiye, ”divê muzakereyên endametîya Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê ra were rawestandin. Heger em nirxên sereke yên demokratîk û binpêkirinên mafên mirovahî bigrin ber çavan, Tirkiye krîterên Kopenhagê bi cih nayne, lewma jî divê muzakereyên endametîyê bi Tirkiyê ra biqede.”

 Lê hinek welat jî siyaseteke hîn tirsonek dimeşînin û dixwazin Erdogan bi bertîlan nerm bikin, ji bo ku koçberan neşîne Ewrûpayê. 

Ev siyaseta nerm û tirsonek Erdogan aşûnî û har kiriye. Ji ber vê bêdengiya Yekîyiya Ewrûpa û dinyayê mêrik welatan dagir dike, bi terorîstên îslamî ra tifaqê çê dike, li hundur li hemberî kurdan teroreke nedîtî dide meşandin. Zindanên Tirkiyê tije kurd û muxalifên wî ne.

Hin serokên ewrûpî ji dîroka xwe ders û tecrûbe negirtine, heger ders girtibana ewê li hemberî Erdogan wiha tirsonek hereket nekirana.

Ewrûpiyan di destpêkê da li hemberî Hîtler jî dengê xwe nekirin, ji terora nazîstan li hemberî yahûdiyan û komunîstan dimeşandin ra xwe bêdeng kirin. Gotin marê bi min vende bira sed salî bijî çi ji min ra… 

Lê wî marî dû ra bi hemûyan veda û bû sebebê derketina Şerê Cîhanê yê Duyem û kuştina 60 milyon însanî.

Li hember Erdogan jî hin serokên ewrûpî bi tirsonekiya xwe eynî xetayê dikin. Dixwazin Erdogan bi bertîlan aş bikin.

Erdogan bi bertîl û rişwetan, bi tawîzên siyasî û aborî dev ji îdeolojiya xwe ya îslamî, antî-kurd û antî-Ewrûpa û şerkariyê bernade. 

Bi dagirkirina Efrînê Erdogan bûye wek gurê devê wî bi xwînê bibe, ewê bixwaze gelek derên din jî dagir bike. Nuha jî qala dagirkirina Şengalê dike.

Sekinandina koçberan ne bi bertîlan, ancax bi ço, bi siyaseteke bi biryardarî were sekinandin. 

Dibê Erdogan tirsê bibîne, dibê bibîne şandina koçberan ne li kara wî ye, belovacî wê li zirara wî ye.

Tirkiye bixwaze nahêle yek koçber jî têkve hundur û derkeve. Lê ew koçberan organîze dikin, çeteyên tirk diçin milet  ji Afganîstanê, ji Pakîstanê, ji Sirîlenqayê, ji Benagalê, Îranê, Îraqê û ji Kafkasan top dikin û dişînin Ewrşpayê. 

Çimkî pereyekî pir di vî îşî  da heye.

Lema jî dibê serokên Yekîtiya Ewrûpayê serê dêr, zorê, bivikê nîşanî Erdogan bidin. Heta viya nekin Ewrûpa ji tahlûkeya îstîla musilmanan xelas nabe. Çimkî hedefa Erdogan musilmankirina Ewrûpayê ye,hêzên îslamî dixwazin di nava 50 salî da Ewrûpayê bikin musilman.

Hele em binêrin di civîna îro da serokên Yekîtiya Ewrûpayê ewê ji Erdogan ra çi bibêjin….


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE