22 mars 2018

Bi kurdên Kurdistana bakur jî bimîne ewê kurdên başûr asîmîle bikin




Bi îzna Xwedê, bi xebata Tirkiyê û tucarên tirk û bi taybetî jî bi alîkariya kurdên Kurdistana Bakur, heta çend salên din zimanê kurdên başûr jî ewê bibe tirkî.

Plana Tirkiyê ya dagirkirina qismekî Kurdistana Başûr heye, lê esas ne hewce ye, heta çend salên din kurdên başûr bi rêya asîmîlasyonê dibin tirk û mesele xelas dibe.



Tiştê min ji PKKê û PDKê fêm kir tifaq û hevkariyeke di nabêna wan da ne mimkûn e, hêviyeke wiha hêviyeke bêbingeh û xeyalî ye. Bi kêmanî nuha realîte ev e.
Erê herdu serî jî kurd in û lema jî meriv hêvî dike li hemberî neyarên xwe li hev bikin.
Lê nuha tiştekî wiha ne mimkûn e, vana bi çavê bira û hêzên kurd li hev nanêrin. Vana bi çavê neyar li hev dinêrin.
Piştî rewş ev e, dibê herdu serî jî êdî gazinan hev ji hev nekin, kes nebêje çima ew alîkariya min nake ya jî çima bi dijmiinê min ra dibe yek?
Dibê ne PKK û hevalbendên xwe tu hêviyekê ji PDKê bikin û ne jî PDK û hevalbendên xwe tu hêviyê ji PKKê û hêzên nêzî wê bikin.
Kurdbûn tenê têrê nake, gava meriv bi çavê bira, mitefik û hêzeke netewî li hev nenêrî, meriv ne dostê hev e û kane xerabiyê jî bi hev bike û bi dijminên hev ra bibe dost jî.
Û heta ku ev herdu hêz xwediyên vê siyasetê bin yekîtiya miletê kurd xeyal e û serketina kurdan jî pir û pir zor e, belkî ne mimkûn e, çimkî yên kanin bibin yek têrê nakin.



Çavuşoglu: nuha jî hedefa me Şengal û Qendîl e !
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotiye, ”piştî Efrînê, nuha jî Qendîl, Şingal û Minbic di hedefa Tirkiyêa de ne.” Û mêrik gotiye wan li Efrînê çi kir ewê li Qendîlê û Şingalê eynî tiştî bikin.
Yanî tirk vekirî dibêjin ew haziriya xwe dikin di rojên pêş da êrîşî Şengalê û Qendîlê jî bikin.
Erdogan jî ev çend car e dibêje nuha dora Şengalê û Qendîlê ye. Dibê kurd sibe nebêjin me nezanîbû, me tiştekî wqiha nedipa. Tirk bi def û zurne dibêjin ew tên…
Esas Tirkiyê dest bi êrîşê kiriye ye jî. Ev çend roj in di nava sînorên Kurdistana Başûr da operasyona dikin. Îro li gundê Balakeytê 4 gundî kuştine. Yanî êrîşa tirkiyê dest pê kiriye. Lê Îraq û hukûmeta Kurdistanê dengê xwe nakin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di kanala CNNê da li ser Efrînê ji Şîrîn Payzinê ra gotiye, ”Ez 50 Efrînê fedayî jiyana yek leşkerê xwe dikim” !
Yanî mêrik 50 Efrînê, 50 carî 200 hezar kurdî dike qurbanê canê yek leşkerekî tirk !!!
Ev bêşerf xwedêgiravî ne irqçî û ne faşîst e, di nava serokên tirk da yê herî baş e, lê dîsa jî 50 Efrînê dike qurbana yek leşerekî tirk !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE