18 mars 2018

Bêdengiya hukûmeta Kurdistanê meriv pir diêşîne



Li hemberî dagirkeriya Efrînê bêdengiya Hukûmeta Kurdistana Federe û partiyên başûr ji êrîşên Tirkiyê û çeteyên Daîşê bêtir meriv diîşîne. Dijmin ketiye ser dilê birayekî û wî difetisîne û birayê din lê temaşe dike.

Piştî Efrîn ket ewê dor were Hewlêrê. Hûn wer bawer dikin bi bêdengiyê, bi piştgiriya di bin ra hûnê xelas bibin, lê şaş e, hûn gorra xwe dikolin. 

Hûn jî di devê topê da ne. Ji xwe hûn birîndar in...
Lê careke din derket ortê ji bo partiyên Kurdistana Başûr, kurd tenê ew in û Kurdistan jî tenê perçê wan e. Wan ji zû da ye kurdên din jî û perçeyên din yên Kurdistanê ji deftera xwe derxistine. Lema jî dijmin hemû kurdên din qir bikin jî ew xwe tevê nakin...


Wek yên berî xwe Recep Tayyip Erdogan jî merivekî pan-tirkîst e. Dîn, îslam, Xwedê, Mihemed, Quran hemû di xizmeta panturkîzmê da ne. Lema Dahîra Diyaneta Tirkiyê, dîndar û meleyên tirk hemû irqçî û faşîst in, ji bo ketina Efrînê dua dikin, ji bo zafera leşker û çeteyên îslamî di mizgeftan da dua dikin. 

Berê ji bo kurdan hêza herî tahlûke û har nasyonalîst û faşîdtên tirk dihatin dîtin. Lê bi îktîdara AKPê û Erdogan ra derket ortê dîndar û îslamîyên tirk ji kemalîst û faşîstên tirk xerabtir û hartir in; vana dîn jî, Xwed jî, Mihemed jî û Quranê jî xistine xizmeta tirkîtiyê. Ji bo wan îslamîstên tirk ya muhîm tunekirina kurda ye, dibê li derê bîna xwe negrin, azad nebin.

Ji bo vê yekê bi her kesî ra, bi her dewlewtê ra dibin yek.
Şerê Tirkiye li Efrînê dike bi Efrînê û bi PYDê û YPGê û PKKê ve ne sînorkirîye, Tirkiye şerê miletê kurd dike, ji kurdên Kurdistana Başûr ra dibêje heger hûn zêde bi pêş da herin aqûbeta we jî ewê ya Efrînê be.

Ji xwe Tirkiyê di referandûma serxwebûnê ya 2017a da ev mesaj da kurdan, got zêde pêş da neçin…
Lema jî Tirkiye li Efrînê şerekî antî-kurd dimeşîne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE