27 mars 2018

Alpaslan Kavaklioglu: Ewrûpa ewê bi musilman be



Serokên Yekîtiya Ewrûpayê Erdogan bertîl dikin, rişwetê didinê ji bo ku zêde koçberan neşîne Ewrûpayê. 

Erdogan jî him perê xe digre û him jî musilmanan ji her dera dinyayê li Tirkiyê top dike û peyder pey dişîne. 

Çimkî Erdogan û hêzên îslamî çavên xwe bera Ewrûpayê dane, hesab û planeke Erdogan û îslamîstan ya siyasî ya dagirkirina Ewrûpayê heye. Hêzên îslamî dixwzin Ewrûpayê ji xiristiyanan bigrin û bikin parzemîneke musilman. 

Hêzên îslamî û Erdogan di vî warî da xwedî plan û program in û hemû guherîn û bûyeran ji nêz ve taqîb dikin.

Ji xwe  gelek welatên Ewrûpa yên Rojava ji nuha da hêdî hêdî dibin welatên musilman. Li gelek welatan hin tax, hin bajar ketine destê musilmanan û bi taybetî jî ereban. Yanî prosesa îslambûna Ewrûpayê dest pê kiriye û gihîştiye qonaxeke pir bilind.

Bi taybetî Ewrûpa Rojava wisa ye, rewşa welatên Ewrûpa Rojhilat hinekî cihê ye, ew wek welatên Ewrûpa Rojava di ber nigên musilman û ereban neçûne.

Lê îşê Almanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swêd, Îngilistan, Îtalya, Îspanya pir û pir zor e. Tirk û hêzên îslamî ji nuha da tahma devê xwe xweş dikin, dibêjin piştî çend salên din Ewrûpa ewê têkeve destê musilmanan. 

Serokê Komîsyona Ewlekariyê û Îstîxbarata Meclîsa Tirkiyê û parlamenterê Nîgdê yê AKPê Alpaslan Kavaklioglu li ser musilmanbûna Ewrûpayê gotiye 20 salên din li Ewrûpayê nufûsa musilmanan ewê ya xiristiyanan derbas bike û Ewrûpa ewê bibe Ewrûpayeke musilman, ewê têkeve destê musilmanan. 

Ewrûpa çima ewê bi musilman be, sebebê vê yekê çi ye Kavaklioglu wiha îzah kiriye, gotiye: 

”Ewrûpa demeke pir awarete, demeke ne normal dijî.  Nufûsa Ewrûpayê kêm dibe, Ewrûpa her ku diçe kal dibe. 
Nufûsa Ewrûpayê pir kal e. Dema wiha be kesên ji derve tên kanin kar bibînin, bibin xwedî sinet.

Lê belê astengiyeke Ewerûpayê ya wiha jî heye: Kesên tên hemû musilman in. Ji başûr Fas, Tunus, Cezaîr. Ji alî din Afganîstan, Pakîstan, Îraq, Îran, Sûriye, Turkîye. Yên ji van deran tên musilman in. Hat gihîşt nuxteyeke wiha, nuha navê li paytexta Belçîkayê li Brukselê herî zêde li zarokan tê kirin navê Muhemed e. Navê duyem Melîh e, navê yê sêyem Ayşe ye.

Heger ev trend bi vî rengî dewam bike 20 salên din nufûsa musilmanan ewê ji nufûsa xirsitiyanan bibuhere. Tirsa wan ya herî mezin jî ev e. Li wan deran mîkro nasyonalîzm teqiya.

Nuha perçebûna Yekîtiya Ewrûpayê tê peyivandin, lê li gorî min berî berçebûna Yekîtiya Ewrûpayê li wir ewê welat perçe bibin. Dibê em ji van tiştan ra amade bin. Li Ewrûpayê kane nîzî 50 welatên nuh derkevin. Ev endîşe û tirsa wan dijminatiya biyaniyan û îslamê zêde kir. Ewrûpa ewê bi musilman be. Bi îzana Xwedê emê li wir bi bandor bin. Ez ji viya emîn im.”

Tiştê Alpaslan Kavaklioglu gotiye pir cidî ye, ne gotinê vala ne. Ji xwe li gelek welatên Ewrûpa, Swêd yek ji van welata ye, prosesa musilmanbûnê dest pê kiriye, Swêd  hêdî hêdî dibe welatekî ereb-musilman. Meriv viya li Stockholmê pir rehet dibîne. 

Lê siyasetmedar û gelên ewrûpî hîn bi xwe nehesiyan e, hîn himêza xwe ji îslamîstan ra vedikin û wan tînin derên herî muhîm.

Ezê numûneyekê ji Kanadayê bidim.


Ahmed Hussen somalî ye, wek koçber çûye Kanadayê. Salê çûnî bû wezîrê Hemweletî û Koçberîyê yê Kanadayê. Ahmed Hussen di merasima sondxwarinê da bi Quranê sond xwariye.

Mêrik wek wezîrekî Kanadayê bi Quranê sond xwariye û kanadiyan jî ev yek wek mafekî wî yê demkratîk dîtine û îtîraz nekirine.

Ahmed Hussenê somalî him dîndarekî radîkal e, bi îhtîmaleke mezin di hundurê da xwe da daîş e û li aliyê din jî yekî heyranê Tirkiyê û Erdogan e. 

Li gorî TurkNewsê û ajansa AA nivîsîne Ahmed Hussen merivekî  ”tam heyranê Tirkiyê û Erdogan e, Her cara fersendê dibîne diçe Tirkiyê.” 

Ahmed Hussen di darbeya 15ê Temûzê da li Stenbolê bûye û ”wê şevê ew jî derketiye derve û li hemberî xayinan hilkişiyaye ser tankekê.”

A ev somalîyê radîkal û heyranê yekî wek Erdogan îro li Kanadayê wezîr e. Îcar li Ewrûpayê sedan, bi hezaran kesên wek Ahmed Hussen hatine meqamên wiha muhîm. Di mektebên Swêd yên taybet da zarokên 7 salî nimêjê dikin. De îda hesab li ba we ye. 

Yanî tiştê Alpaslan Kavaklioglu gotiye ne beradayî ye, bingehê vê dîtina wî heye û him jî xurt e. Bi baweriya min jî heger deh salên din jî wiha dom bike, heger ewrûpî vê koça musilmanan ranewestînin Ewrûpa ewê têkeve destê musilmanan.

Yanî texmîna Kavaklioglu ne bêbingeh e. Ewrûpa jî ewê bibe Rojhilata Navîn û wek welatên ereb û misilmanan. Ewê Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE