08 mars 2018

8ê adarê li şepal û dayikên Efrînê pîroz be!



Îro 8ê adarê ye,
qalibê min li ivr e,
dilê min,
ruhê min li Efrînê ye



8ê Adarê di serî da li dayikên Efrînê û li şervan û şepalên li Efrînê di sengeran da li hemberî êrîşên vî neyarê xwînxwar welatê xwe diparêzin pîroz be!

Îro hemû cîhan 8ê Adarê li jinên cîhanê pîroz dike
Di vê roja jinan ya navnetewî da ez jî hemû jinên kurd, hemû dayik, pîrik û xweşkên fedekar û canfîdayên ku bêwestan û bi qehremanî ji bo azadiya gelê xwe li dijî zulmê û bindestiyê micadelê didin ji dil û can silav dikim û dibêjim cejna we pîroz be!


XXX


Di vê bîstikê da ez dixwazim ji bo tirkan gotina herî giran, herî xerab bibêjim lê tu gotin, tu xeber dilê min rehet nake, kîjan xeber/çêr tê bîra min pê qayil nabim, dibêjim ev xebereke pir sivik e.

Lema hêrsa xwe, êş û jana dillê xwe ber hundurê xwe didim; ji bo ku li hemberî vî miletê nazî û neyarê hebûna min û qewmê min mezintir bibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE