16 mars 2018

30 berê Helebçe bû îro Efrîn e !




Helebçeyê di dilê her kurdî da birîneke kûr e, emê Helebçeyê tu carî ji bîr nekin !
Îro 16ê adarê ye, 30 saliya komkujiya Helebçeyê ye.

Di 16ê adara 1988a da balafirên Îraqê û rejîma Seddamê faşîst jahr bi ser bajarê Helebçeyê da barandin û 6 hezar 500 kurd qetil kirin û li dora 15 hezar kesan jî jahrdadayî bûn û seqet man, gelek kes kor bûn.

Di dîroka miletê kurd da 16ê adara 1988a rojeke pir reş û xembar e, roja felaketeke netewî ye.
Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû dewletekê li hemberî gelê bjarekî xwe gaza kîmyayî bi kar dianî û bi hezaran însan dikuştin. Ev jenosîd bû.

Qetlîama Helebçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helebçeyê tu carî ji bîr nekin.

30 sal di ser qetlîama Helebçeyê ra derbas bûn, lê kurd li her çar perçên Kurdfistanê hîn jî ji teror û qetlîaman xelas nebûne. 

Li seranserê welatê me şer û ceng e, kuştin e, talan û malwêranî ye.
Li Kurdistana bakur, başûr û rojava rojê bi dehan kurd ji alî dewleta tirk û terorîstên wan ve tên kuştin, bi hezaran kurd ji ber teror û qetlîama Daîşê koçber bûne, bi çolan ketine.

Dewleta tirk ya dagirker li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne, dixwaze kurdan tune bike.
Du sal berê 12 bajarên Kurdistana bakur, Cizîr, Hezex, Dîrik, Sûr, Nisêbîn, Silop, Gever, Farqîn ji şewitandin, ji bin da wêran kirin, bi hezaran kurd kuştin, di zêrzemiyan da bi sedan kes bi saxî şewitandin. Piştî van êrîşan bi sedhezaran kurd li welatê xwe bûn mahcir.


Nuha jî dora Kurdistana Rojava ye. Ev 56 roj in artêşa tirk û çeteyên wê yên îslamî û Daîşê êrîşeke hovane dibin ser Efrînê. Heta nuha bi hezaran kes kuştine û bi dehhezaran jî kurd ji gund û bajarên xwe koçber bûne. Tiştê Tirkiye li herêma Efrînê dike jenosîd e, çimkî kurdan ji herêmê derdixin û ereb û tirk, afgan û kesên din li wir bi cî dikin. Heta nuha 15 hezar kes xistine gund û bajarên kurdan û malên kurdan.

Û ev hovîtî li ber çavê hemû dinyayê dibe, Neteweyên Yekbûyî, Nato, Yekîtiya Ewrûpayê li vê jenosîda Tirkiyê temaşe dikin.


Ev çend roj in Efrîn hatiye dorpêçkirin, bajar bê av û bê elektrîkk e. Tirkiye dibêje ewê Efrînê û herêma Çiyayê Kurmênc  ji kurdan vala bike  ”û xwediyên Efrînê yên esllî” yanî ereban, Daîşê malbatên çeteyan di gund û bajarên kurdan bi cî bikin. 

Balafirên tirk her roj Efrînê bombebaran dikin. Di bombebrana îro da 19 siwîlkuştin û gelek jî birîndar in.

Vîdeoya qetlîama îro Tirkiyê li Efrînê kir

Tirkiye dibêje ewê Efrînê ji kurdan bigre û nede Sûriyê jî, ewê bi Tirkiyê ve girê bide û dû ra jî ewê berê xwe bidin Minbicê, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê yanî ewê hemû Kurdistana Rojava dagir bikin. Tirk vê hedefa xwe jî qet venaşêrin.

Bi kurtî di ser Helebçeyê ra 30 sal derbas bûne lê li seranserê Kurdistanê kurd hîn jî di binê zulm û teroreke pir mezin da ne, serenserê Kurdistanê bûye Helebçe. 


30 sal berê tiştê Seddam anî serê Helebçeyê, qetlîama Seddam li Helebçeyê kir, îro eynî tiştî Erdogan û artêşa tirk li Efrîne dikin. 

Do Seddam dixwest koka kurdan biqelîne, îro Erdogan dewsa wî girtiye û îcar ew dixwaze li sê beşên Kurdistanê tevgera kurd ya netewî ji ortê rake û kurdan heta û heta bindest û kole bihêle. 

Û ji bo vê jî li ber çevê hemû dinyayê bi çeteyên îslamîst û Daîşê ra li herêma Efrînê qetlîameke mezin dikin.

Bi kurtî halê me ji yê 30 sal berê xerabtir e, ne naştir e û heta em bindest bin, heta em nebin xwedî dewlet ev rewş kêm zêde ewê wiha dom bike.

Di 30 saliya qetlîama Helebçeyê da ez hemû şehîdên kurd û Kurdistanê û Helebçeyê bi giramî û bi hurmet bibîr tînim û serê xwe li hemberî hemû şehêdan ditewînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE