17 februari 2018

Xeberên wiha min bêhêvî û xeyalşikestî dikin


Maşallah Dekak di telewîzyona Rûdawê da li ser Sûrê û turîzma Diyarbekrê xeberek çêkiriye. Dema ez li xeberên wiha temaşe dikim moralê min xera dibe, ez bêhêvî û xeyalşikestî dibim.



Lînka nivîsa Maşallah Dekak:
Li Amedê şûna dengê çekan êdî dengê muzîkê bilind dibe

Maşallah Dekak rojnamevanekî kurd e, di karê xwe da jêhatî ye. Li Diyarbekrê, li ser turîzmê bi çend kesan ra peyivîye.
Xwediyê qahweyekê ne tê da, hemû kesên pê ra peyivîne bi tirkî bersîv dane. Yek kesî jî bi kurdî bersîv nedaye. Fena ku tu li bajarekî Tirkiyê bi tirkan ra bipeyive.

Meriv ji hêrsa diteqe, porê xwe dirûçikî ne!


Rojnamevanekî kurd û hebikî şiyar li bajarekî wek Diyarbekrê naçe bi kesên kurdînezan ra napeyive. Digere, digere, miheqeq çend kesên kurdî zanin dibîne û bi wan ra dipeyive...


Ji sala 2010 û vir da ez gelek caran çûme Diyarbekrê, lê tu carî,li Diyarbekrê ez bi kesî ra bi tirkî nepeyivîme. Li her derê, li qahwexaneyan, li aşxanan, li pastexanan, di munîbusan da, li dikanan, welhasilî kelam li her derê, bi her kesî ra ez bi kurmancî peyivîm. Dema bi tirkî bersîv didan min, min di kurdî da israr dikir û em  bi hev ra bi kurdî dipeyivîn. Û ji bo israra min ya di kurdî da jî însan pir memnûn dibûn.


Yanî dema meriv bixwaze, dema meriv zû teslîmî tirkî nebe, kesên bi kurdî zanin pir in û dipeyivin jî.


Ez zanim li Diyarbekrê zimanê bazarê êdî tirkî ye û bi taybetî jî zimanê keç û jinan ji sedî 90 û belkî jî hîn jî zêdetir tirkî ye.


Lê rojnamevanekî kurd yê şiyar, yê xwedî şiûrekî netewî bi kesên kurdî nizanin ra napeyive, li kesên kurdî zan digere, wan dibîne û bi wan ra bi kurdî dipeyive. Di mesela zimên da dibê meriv xwedî fikir û xwedî biryar be. 


Li Diyarbekrê miheqeq kesên kurdîzan hene. Lê heger wê bîstikê meriv kesên kurdîaxêv nebîne meriv xeberê çênake.

Heger ji bo meriv nasnameya bajêr, tesîra xeberê ya psîkolojîk mehîm be, meriv bi kesên kurdînezan ra napeyive.

Çimkî ziman him nasnameya kesê meriv pê ra dipeyive nîşan dide û him jî ya bajêr.


Dibê em di telewîzyonên xwe da nîşan bidin Diyarbekir bajarekî kurda ye.


Lema jî rojnamevanekî kurd dibê li Diyarbekrê, li Sûrê bi kurdan ra bi tirkî nepeyive, heger viya bike şaşiyeke mezin dike, reqlama asîmîlasyonê dike, nîşanî dinyayê û kurdan dide kurdên Diyarbekrê asîmîle bûne, diyarbekrî bi kurdî nizanin û zimanê wan êdî tirkî ye.


Realîte ev be jî meriv teslîmî vê realîtê nabe. Çimkî ev realîteyeke ne li gorî rastiya me ye. 


Dema rojnamevanên kurd li Diyarbekrê, bi kurdan ra bi tirkî dipeyivin, Diyarbekir li ber çavê min reş dibe, dilê min ji Diyarbekrê û ji gelê Diyarbekrê digere. Ez xeyalşikestî û bêhvî dibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE