19 februari 2018

Xayinên me jî bi qasî qehremanên me pir in


Berê min digot belkî perçeyê, beşê Kurdistanê yê bêxîret, cahş û xayinên wî herî zêde beşê bakur e, yanî Kurdistana Bakur e.

Lê piştî min ENKS nas kir, min dît ku texmîna min şaş bûye. Yên me li gorî wan pir hindik in.

Li gorî nufûsa xwe, bêxîret, xwefiroş, cahş û xayinên Kurdistana Rojava ji yên Kurdistana bakur zêdetir in.

Û di ser da jî ji yên me bêqalîtetir û erzantir in. Bi çend quriş xercî û mayina li Tirkiyê bûne zilamên li ber deriyê Erdogan.
Bavo heger jimara wan ji xwefiroş, cahş û xayinên me ne zêdetir bin jî ez dibêjim serbiser in.

Îcar ji nava 2 milyon însan çawa kane hewqas kesên bêşexsiyet, bêxîret, cahş û xayin derkevin ez fêm nakim...

Ji nava her miletî xwefiroş, cahş, xayin û ajan derdikevin. Lê ne bi sedan û bi hezaran, yê xelkê xayinên wan ya yek e,ya dudu ne, ya jî çend kes in.
Yaho yê me kurdan bi hezaran e.

Aso Zagrosi  Kek Zinar DERDÊ KURD kûr nekin baştire... Hezaran salin zimanekî jehravî kartînin û serneketin û sernakevin!!!

Nihat Akar  Kek Zinar eger em ji ber têkilîyan partîyên kurdan xayin û cehş ilan bikin kesên saxlam nemîne.
PDK, ENKS li gel Turkiyê,
PKK,YNK li gel Îranê,
PYD li gel Sûrîyê têkilîyên wan hene. Ma wana hemû cahş û xayînin?

Zinarê Xamo  Na min tiştekî wiha negotiye û nabêjim jî. Têkiliyê dîplomatîk û aborî tiştek e, hevkariya bi dijmin ra, bêdengiya li hemberî dagikeriya dijmin tiştekî din e.

Di telewîzyona ARKê da li beyan û gotinên berpirsiyarên ENKSê yên li ser Efrînê guhdarî bike.
Tu ferqa wan ji TRTkurdî tuneye.

Ji dêlî li dijî Tirkiyê rabin, dibêjin gerek PYD şertên Tirkiyê bi cî bîne.
Çi îşê ENKSê di nava Îtîlafa Sûriyê da ma ye?

Îtîlaf nuha wek hêzeke dagirker bi leşkerên tirk û çeteyên îslamî ra şerê kurdan dike, xelkê siwîl dikujin, gelek gundên Efrînê dagir kirine.
Û ENKSê jî hîn di nava Îtîlafê da ye.
Baaş e emê çi navî li viya kin?

Nihat Akar Ez bawerim hûn birîna me kurdan kur dikin.
Ma ENKS ji nava Îtilafê derneket?

Zinarê Xamo Na, hîn di nav da ye. Û berpirsiyarên ENKSê her roj di telewîzyona ARKê da dibêjin PYD neheq e, dibê ji Efrînê derkeve. 

Lê nabêje zarokên Efrînê, yên bajarê xwe, namûsa xwe diparêzin ewê bi ku da herin.?

Ya din Tirkiye ne Efrînê tenê, hemû Kurdistana Rojava dixwaze, dibêje wira "korîdora terorê" ye û lema jî dibê kurd wira vala bikin, çimkî ew ne xwediyê wira ne. Ezê wira "teslîmî xwesiyê wan bikim."

Heger kurd Efrînî bidin Tirkiyê çi hat serê Kerkûkê ewê were serê Efrînê jî.

Lema jî dibê kurd ne ji Efrînê û ne jî ji bajarekî din dernekevin. Kurd ji ku derê derkevin hew kanin bigrin. Her der ewê bibe Kerkûk û Diyarbekir...


 XXX
Di rojên wiha giran da ji êrîşên dijmin bêtir, bêdengiya xwedêgiravî kurdên welatparêz meriv xemgîn dike.

Kurdên li hemberî êrîşên Tirkiyê bêdeng bimînin, ya jî fena ku şerekî wiha tunebe ji xwe ra qala mijarên din bikin ne tu meriv in, kelekên kurmî ne...



XXX
Vahdetîn Înceyê kurd, îslamîst û moderatorê TRTkurdî gotiye, ”Heger Tirkiye bikanibe PKKê berteraf bike(ji ortê rake)kurd ewê ji travmayê xelas bibin.”

Yê bibe xayinê qewmê xwe û cahşê Erdogan helbet ewê bixwaze dewlet bi hezaran kurdî bikuje.
Ma çi ferqa kurdekî wiha ji Devlet Bahçelî heye?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE