05 februari 2018

Warê şêr û şepala, taca serê min û kurda !




Efrîna şîrên,
bajarê zeytûna,
kela şêr û şepla,
warê egîd û xweşîmra,
hêlîna dengbêja,
delalîya dilê keç û xorta
taca serê min û kurda !
keç û lawên te,
egîdên kurda,
bi comerdî canên xwe dikin qurbana te.
Gelê te, zarokên te,
keç û lawên te,
bi hezaran îro tu himêz kirin,
bi navê te,
bi bax û  bexçeyên te,
bi zeytûnên te, 
bi serê te sond xwarin
bi hev ra soz û peyman dan,
ewê terka te nekin
ewê te bi tenê nehêlin.

XXX
Îro ne li mal bûm. Ji bo karê birayê hevlekî pir hêja(ji zûda ye çûye rahmetê)çûm bajêr û tiştê ji in xwestibû min temam kir û jê ra şand.
Bîstek berè hatim mal. Nuha jî interneta û telewizyona me qut bû. Ez û xanim pel pel li ruyê hev dinêrin.
Xwedêgiravî min dikira tiştek binivîsiya...
Li Swêd beré tiştê wiha pir kêm dibû, nuha pir diqewime.
Swêd her ku diçe paş da diçe, xerîban ew jî paş da birin. Hêdî hêdî Swêd jî dişibe Tirkiyê û welatê ereban.
Hévi dikim zù were...

XXX
Mala şîrketa internetê ava be, wa ye zêde dirêj neajot, piştî saetekê filan girê dan.
Lê şewqa min şikiya, nuha jî nizanim çi binivîsim. Tiştê di serê min da kom bûbûn wek nokê tu li tahtê xî, her yek bi derekê da pengizî. Topkirina wan ne mimkûn e....
Dibê li tiştên din bifikirim...

XXX
Diranekî min di pelokê da şikiya û yek jî birîndar bû...
Dema qezayeke dûrî aqil were serê meriv, meriv dibêje diranê min di pelokê da şikiya.
Hûnê bawer nekin lê bi rastî jî ji qahr û hêrsa tirkan, do dema min xurîniya xwe dikir, min diranekî xwe şikand û yek jî birîndar kir.
Belê we şaş nexwend, min diranekî xwe şikand û yek jî baş birîndar kir û ji do da ye nale nala wî ye…
Ji dêlî pariyê, loqê nan(nîn, nên)min got belkî ez dev Recebo dikim...
Heta ez bi xwe hesiyam yê di devê min da ye ne Receboye, parîyê nan û penîr e, hasil çû mûsil, diranekî min ê mipêşiyê şikiya û yek jî birîndar bû…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE