03 februari 2018

Vexwarina qahwê bi hevalan ra xweştir e


Îro bi minasebata kerekî çûm taxa(semta) Hallunda û min û Vîldan Tanrikulu bi hevra fîncanek qahwa espresso vexwar.

Ji zûda bû min bêriya sohbeteke wiha germ kiribû. Stockholm ne Wêranşar û Diyarbekir e, li vir bi hevalekî ra vexwarina çayekê, fîncanek qahwe wer ne rehet e.


Dema dixebitîm her roj ji mal derdiketim. Lê cergî teqawit bûme ne civînek be, ne şîn û şahîyek be ji taxa(semta) me dernakevim. 


Gera min û xanimê pîyasa, meşa rojane ye, wekî din ne ez kesî dibînim û ne jî kes min dibîne.


Esas ev ne jiyaneke li gorî min e, ez ji gerê, ji sohbetê û ji şêwrê hez dikim.


Lê Swêd ne Kurdistan e û Stockholm ne Wêranşar û Diyarbekir e ez ji mal bi bidim rê û  herim qahwê û ba dost û hevalan. Li vir meriv di hundur da hefsî ye û heger yekî pasîf b kane di hundur da kufukî jî bibe.


Berê carnan diçûm qahwa Cemîl(berê ya Hecî bû), nuha naçim wir jî.


Berê, di salên 1980-90î da dema em xort bûn, komel hebû, karê federasyonê hebû, me rojnameya Armancê û kovara zarokan  Hêlîn, Hêvî derdixist, heta nîvê şevan em dixebitîn.


Dora meriv her tim tije nas, dost û heval bûn.
Lê êdî ew dewr derbas bû, êdî dibê meriv telefonî hev bike, li hev bigere. Ew jî girêdayî wexta xelkê heye ya na…


Axir min îro li hev ragirt û ez û Vêldan li Hallunda hatin ba hev û me têra dilê xwe sohbet kir.


Bêguman mijara me ya esasî Efrîn û êrîşa Tirkiyê bû. Êşa Efrînê hin tiştên minê bi Vîldan ra sohbet bikira min ji bîr kir.


Êş û kula Efrînê hiş ji serê min biriye. Lê ez ne bêhêvî me, ez bawer dikim li Kobanê çawa zafer bû ya gelê Kobanê, li Efrînê jî ewê eynî tişt bibe. Û ev hovîtî û namerdiya Tirkiyê jî wek rûreşiyekê ewê derbasî tarîxê bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE