17 februari 2018

Tu ferqa van mahkimeyan ji Mahkimeyên Engîzasyonê tuneye !




Makimeyên tirk êdî wek Mahkimeyên Engîzasyonê yên sedsala navîn dixebitin. Kî mixalifê Erdogan be, kî demokrat û ne faşîst û ne neyarê kurdan be, kî kurdekî welatparêz be, mahkimeyên Erdogan tavilê wan davêje zindanê.


Ecêba giran, sosireta mezin, roja Merkelê Denîz Yucel ji Tirkiyê kirî, Erdogan cezayê muebetê da Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicakê  û sê kesên din!
Ya sitar, kê bîra xwe û muebetê biriye kuro!

Çawa ku Mahkimeyên Engîzasyonê di tarîxê da wek rûreşiya alema Xiristiyan tê qebûlkirin, ev mahkimeyên tirk yên biryara muebedê dan ronakbîrên wek Altanan jî ewê wek mahkimeyên engîzasyonê yên sedsala 21ê derbasî tarîxê bibin...

Tu ferqa van mahkimeyên Erdogan ji yên Engîzasyonê yên sedsala navîn tuneye. 

Bi biryara van mahkimeyên Engîzasyonê 10 hezar kurd di zindanan da êsîr hatine girtin.


Piştî vê biryara di heqê Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak da êdî meriv kane ji van mahkimeyên Tirkiyê ra bibêje "Mahkimeyên Engîzasyonê yên sedsala 21ê.

Bêyî mahkimeyên engîzasyonê tu mahkime, tu huqûq nikane cezayekî wiha bide ronakbêrên wek Ahmet Altan, Mehmet Altan û yeka wek Nazli Ilicak.

Ev biryar him rûreşiya edaleta tirk e û him jî rûreşî û faşîstîya îslamîyên tirk nîşan dide.

Namerdiya Merkelê û Yekîtiya Ewrûpayê û tirsonekî û pûlperestiya Amerîkayê dihêle Erdogan vê çavsoriyê û vê zulmê li kurdan û li kesên wek Ahmet û Mhmet Altan û li însanên bêsûc bike.

Do Mahkima 26a ya Cezayê Giran ya Stenbolê cezayê muebetê da.

Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazli Ilicak, Fevzî Yazici, Yakup Şîmşek û Şukru Tugrul Ozşengul.


XXX
Ne hewceye ez li vir zulma Tirkiye li kurdan dike yek bi yek rêz bikim. 

Hema kurdê hîn jî hevalê hukûmeta AKPê û Erdogan e,
kurdê hîn jî şêwirmendê Bînalî Yildirim e,
kurdê piştgiriyê dide êrîşa Tirkiyê ser Efrînê,
kurdê li hemberî vê êrîşê pîncîtiyê û demagojiyê dike û bêdeng dimîne û hemû jî cahş in, hevalên dijmin in.

Kî nebêje Tirkiye di êrîşa ser Efrînê da neheq e, kî li hemberî vê zulmê dengê xwe dijminê qewmê xwe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE