21 februari 2018

Tirk dibêjin ewê ala tirk li Efrînê hildin...



Devlet Bahçeliyê faşîst gotiye "Leşkerên tirk ewê têkeve Efrînê, ala tirk ewê li wir were hildan."

Maneya xwe Tirkiye li dû îşxalê ye, çavê xwe bera Efrînê dane, dixwazin Efrînê û çend bajarên din jî li erdên berê dagir kirine zêde bikin.

Ev nêt û plana Tirkiyê ya "Mîsakî Milî" ne nuh e, tirk tim dibêjin roja fersendê bibînin ewê Kurdistana Başûr û Rojaava ji nuh ve dagir bikin.

Erdogan û Bahçelî nuha rewişê msaid dibînin, Îraqê û Sûriyê zeîf dibînin, lema jî vê plana xwe ya dagirkeriyê gav bi gav, hêdî hêdî dixin praktîkê. 

Nuha Efrîn e, sibe ewê Koban, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo û Dêrik be. 

Dû ra ewê dor were Mûsil û Kerkûkê jî. Zaxo û Duhk ji xwe di ber da ye.

Yanî xeyala tirkan ya "Mîsakî Milî" ne tiştekî nuh e...

XXX

Ev sed sal in em û tirk li ber hev didin.
Em ji wan ra dibêjin ka werin bi rehetî mafê me bidin me û bela xwe ji me vekin.

Ji ber ku Erdoegan, Bahçelî û ordiya tirk wiha difikirin êrîşî Efrînê kirin.in. Emê nehêlin li tu beşekî Kurdistanê hûn ji bin destiya ereb û farisan xelas bibin û bibin xwedî dewlet. Wek Tirkiye, wek dewleta tirk, wek miletê tirk hedefa me tunekirina we ye. Ya emê we mehû bikin ya jî mehkûmî jiyaneke bindestiyê bikin.

Ji ber ku Erdogan, Bahçelî û ordiya tirk wiha difikirin êrîşî Efrînê kirin.

Heta nuha me kir ne kir, me nikanîbû tirkan ji vê xeta antî-kurd derxin.

Di şerê Efrînê da, heger ew têk biçin û em jî bi ser kevin, belkî em kanibin wan bînin ser riya rast.
Lê eksê wê jî ewê felaketa me be...

Bi kurtî heger di şerê Efrînê da em zora Tirkiyê bibin, tirk ewê biaqil bibin, werin rê û dev ji neyartiya me berdin. 

Lê heger ew bi ser kevin, çû ji kurdên beşên din jî, eynî tiştî ewê bînin serê kurdên Kurdistana Başûr jî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE