12 februari 2018

Serokê HUDAPARê: Tirkiye li Efrînê ne bi kurdan ra, bi Emerîkayê ra şer dike


Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu piştgirî daye êrîşa Tirkiyê ser Efrînê û gotiye:

”Ya rast Tirkiye li Efrînê bi YPGê û PKKê ra şer nake. Çimkî ew hêzên Emerîka yên erdê ne. Ew leşkerên Emerîkayê ne. Emerîka ew perwerde kirin, sîleh dan wan, îstîqamet da wan, hedef nîşanî wan da. Ji wan ra got `herin lêxin” û wan jî çû lêxistin. Ji ber vê jî navê wan ne Conî ye, tiştekî din e, ferq nake, tiştekî naguhere.”

Bi “lêxistinê û hedefê” qesda Yapicioglu şerê YPGê yê li heberî Daîşê ye. Çimkî YPGê guleyek jî bera Tirkiyê nedaye, kurdan ji Efrînê kevirek jî navêtin ji leşkerekî tirk da.

Yanî wek her xayinî ew jî demagojiyê dike, rastiyê belavocî nîşan dide.

Di şerê Kobanê, Şengalê, Kerkûkê û Efrînê da maskeya hemû xayinên kurdan ket, hemû xayinên legal û îlegal gişt eşkere bûn û refên xwe diyar kirin.

Mitefîkiya Tirkiyê bi Emerîkayê ra Zekeriya Yapicioglu nake dijminê Tikriyê, lê li hemberî Daîşê alîkariya Emerîkayê bi kurdan ra wî pir nerehet dike. 

Çimkî Yapicioglu bi xwe Daîş e û rêber û paşmêrê dewleta tirk yê di nava kuran da ye. Alîkariya Emerîka, Îsraîl û nizanim kê û kê hemû demagojî ye, tiştê rast û vekirî Zekeriya Yapicioglu Hespê Turûva yê di nava kurdan da ye.

Yapicioglu do jî bi eynî demagojiyê Daîş diparast. Van kesan bi dilxwazî ruhê xwe, îman û ûjdanê xwe, bextê xwe firotine dijmin û bûne neyarê qewmê xwe.
Hedîse ev e…

XXX

Cîgirê serokê HUDAPARê Saît Şahîn li êrîşa Tirkiyê ser Efrînê gotiye:

”Şerê li Efrênê tê dayin, şerekî di nabêna Emerîkayê û Tirkiyê da ye. Ez bawer nakim tu kurdekî bi îman, zana di vî şerî da li ba Emerîkayê cî bigre.”

Wey hemû kerên kurdan di îman û zanîna te nin !
Em reşik emê azad bibûna. Ruhkole û xulamên di nava me da nehîştin.
Malkolm X.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE