20 februari 2018

Şerê Efrînê ewê dagere şerekî pir mezin û bixwîn


Bi qasî xuya dike êrîşa Tirkiyê ser Efrînê ewê bibe sebebê şerekî pir mezin û pir xwîn. Belkî jî bibe destpêka Şerê Cîganê yê Sêyem…

Ji ber 9 sebeban îhtîmala wiha bibe pir mezin e:


1-Li Tirkiyê koalîsyoneke panturkîst, ultra nasyonalîst û faşîst li ser hukim e.

2-Ev koalîsyonana panturkîst, nasyonalîs, faşîst gelkî agresîv û şerxwaz e.

3-Nfreta ji kurdan. Ev koalîsyona îslamîst û faşîstan ji kurdan di derceya nexweşiyê da nefret dike. Nefreta ji kurdan li ba wan bûye paranoyayeke bêderman. Û lema jî dixwazin îhtîmala kurdan ya azadbûnê û çêkirina Kurdistaneke serbixwe ebedîyen ji ortê rakin. Ji bo jî hazir in her tiştî, her wahşetê û her qetlîmamê bikin.

4-Çavê vê îktîdara ultra nasyonalîst û faşîst di erdê xelkê da heye, dixwaze hin derên din îşxal bike. Çavê wan li herêm û bajarên Îraqê û Sûrîyê ne.

5- Ev koalîsyona îslamî-faşîst xwe pir xurt û yên li hemberî xwe, yanî kurdan, Sûriyê û Îraqê zeîf dibîne. Bi gotineke din çavê wan kurdan, Sûriyê û Îraqê dibire, ji bo xwe wek parîyekî ewê kanibe daqultîne dibîne.

6- Li Tirkiyê bêyî kurdan hêza li dijî şer tuneye, civata tirk bi rengekî kompakt, total piştgiriyê dide îktîdarê û siyaseta wê ya şerxwaz. 

Medya, civat ji îktîdarê bêtir şer dixwaze. Bêyî kurdan muxalefeta li dijî şer di binê sifirê da ye, hemû parî, medya, elîtên civatê, hunermend her kes bûne tamtamên, amîgoyên şerê li dijî kurdan. 


Li Tirkiyê her kes dixwaze dewlet kurdên başûr û rojhilat bi carê da qir bike û ji kurdan xelas bibe.

Dema li hudur li dijî şer muxalefet tunebe, milet bi ruh û can piştgiriyê bide şer,  îktîdar kane her dînîtiyê bike. Û di ser da yekî wek Erdoganê bi sabiqe jî li ser hukim e û MHP û CHP jî piştgiriyê didinê. Lema jî dilê wî çi bixwaze ewê bike. 

7-Heger rê li ber êrîşên Tirkiyê neyê girtin şer wê pir mezin bibe, belkî bibe Şerê Cîhanê yê Sêyem jî.

8- Dema şer berfireh bibe ewê Sûrîye, Îraq, Îran, Îsraîl, Rûsya û Amerîka jî tevî şer bibin. Îhtîmala Yûnanîstan jî tevî şer bibe pir mezin e. Lê helbet bi dirêjbûna şer ra hin welatên din jî kanin tevî şer bibin. 

9-Dibê ji nuha da kurdên herçar perçên Kurdistanê, bi taybetî jî partiyên xwedî hêzên leşkerî bicivin û di zûtirîn wext da hêzên xwe bikin yek û cepheyeke netewî îlan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE