05 februari 2018

Rûsya îcar pir sil* xuya ye


Tu dibêjî belkî do balafireke Rûsyayê nexistin, ne Rûsya û ne jî tirk kes qalê nake.

Pûtîn li gorî balafira berê îcar pir sil, pir bêdeng xuya ye, tew fena balafira wan nexistibin.

Dema Tirkiyê balafira Rûsyayê ya pêşî xist Pûtîn û rûsan pir kirin qîjewîj, reaksiyoneke mezin nîşan dan, ambargo danîn ser Tirkiyê û qala heyfgirtinê kirin.
Tirk pir tirsiyan.

Lê di ser xistina vê balafira wan ra du roj derbas bûn, ji Pûtîn û rûsan hîn tu reaksiyoneke cidî tuneye.

Sedîsed ev balafir jî Tirkiyê xist ya jî da xistin.
Lê belê Pûtîn îcar tew nabêje kirt.
Medyaya tirk tew qala bûyerê nake.

Erdogan û tirk fena bûyereke wiha çê nebûne hereket dikin. Tew ne xema wan e.

Di xistina balafira pêşî da ketin panîkê, lê di viya da qet ne xema Erdogan e, lema jî bûyerê nagre devê xwe jî.
Diyar e rûs fêr kirin, rûs li hedîseyên wiha banandin.

Ji bo wê jî Pûtîn êdî qala ambargoyê, ”xencerkirina ji piştê” û întîqamê nake. Êdî newêrin tiliya xwe berbî Tirkiyê bikin û bibêjin Tirkiyê balafira me xistiye.
*Sil: bêdeng, feqîrok, rebenok 

XXX

Tiştê artêşa tirk û terorîstên îslamî yên girêdayî wê bi hev ra li Efrînê dikin ne tenê teror û zulmeke nedîtî ye, sûcekî li dijî mirovahî ye jî.

Bi mezinahîya xwe artêşa NATO ya duyem, bi leşker û sîlehên giran êrîşî ser xelkê siwîl dike, gundan, bajêr, malan bombebaran û topbaran dikin û swîlan, zarokan dikujin.

Ev sûcekî pir giran e, tu ferqa vê êrîşa artêşa tirk û çeteyên ASAyê ji êrîşên artêşa Seddam Husên, ji êrîşên nazîyan yên ser Polonyayê, Sirbîstanê tuneye...

Heta tiştê artêşa tirk û çeyên girêdayî wê li Efrînê dikin, nazîyan bi vê sadîzmê neanîn serê xelkê siwîl.

Leşkerên tirk û qatil û çeteyên wan yê îslamî li Efrînê li termên pîrekan yên şût tazî heqaretê dikin, pêsîrên keçên hatine kuştin jê dikin û îşkenceyên pir hovane li siwîlan dikin.

Ev hemû sûcên li dijî mirovahîyê ne û dibê kurd van vîdeoyên wahşeta artêşa tirk û çeteyên wê belav bikin û miheqeq bigihînin dezgehên navnetewî.
XXX



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE