27 februari 2018

Piştî vê serketinê di vê berf û bagerê da min meş jî û fîncanek qahwa tahl jî heq kir



Piştî vê xebera xêrê û têkçûna Tirkiyê, di vê berf û bagerê da min him sat û nîvek meş û him jî fîncanek qahweya tahl heq kir…

Stockholm di bin berfê da maye.
Derve 12 derece(-12 °C) di binê sifirê da sar e,  berf û bager e, meriv di ber bê dihere û serma ruyê meriv wek cilêtê dibire.

Lê ji qerez û qiyaşa dijminên namemerd û xayinan ra piştî bihîstina xebere berdana Salih Muslim ez derketim derve û tam saet û nîvekê bi tena serê xwe meşiyam.

Saet piştî 11.00 tam min dikira kompîtor vekira û bala xwe bida xeberên li ser Salih Muslim, Wîldan Tanrikulu telefon kir, xebera xêrê da min, got diyar e te hîn nebihîstiye, lê Salih Muslim berdan…

Min got ewê berdin.
Min zanîbû nikanin di ser bilikê neviyê min ra baz din.
Min zanîbû ewê li Pragê jî rezîl bibin û tenê namerdî û xerabîya wan, ji wan ra  kar bimîne.


Piştî min xeber di malpera T24 da xwend, min tiştekî kin nivîsî, di twîttê û Faca xwe da belav kir û min xwe baş jidand û ez derketim derve.

Xanimê cesaret nekir bi min ra derkeve, got pir sar e, bager e, emê di ber hê herin.

Min guh nedayê, min got piştî vê xebera xêrê û rezîlbûna Tirkiyê, dibê ez derkevim derve û bîstekê bîna xwe bigrim.

Berê min berfa ber derî û hewşê avêt û dû ra jî min xwe lê qeliband û çûm…


Nuh hatim. Min qahwa xwe da ser û dest bi vê nivîsê kir. Wa ye qahwe hazir e. Nuha ez û xanim emê bi kêf qahwa xwe vexwin. Ev qahwa min ya swêdî ye.

Qahma min a kurdî, ya Salihê Kevirbirî ji min ra anîbû, do ne pêr qediya, dibê ez herim bajêr bikirim. Belkî sibe herim. Ezê îcar li qahwa kizwana jî bigerim, heger hebe ezê wê jî bikirim. Ez ji qahwa kizawana hez dikim…

Berdana Salih Muslim hemû kurd û doekyayêstên kurdan kêfxweş kir, lê belê Salih Muslim bi destê kelemçekirî birina mahkimê ewê wek rûreşiyeke Çekyayê bimîne.




Salih Muslim hat berdan û xerabiya tirkan ma ji wan ra. Kêfa gelek namerdan û xayinên jî di dilê wan da qurçimî...
Tirkiye careke din rezîl bû, li Pragê jî li hemberî kurdan têk çû û xerabiya wan ji wan ra ma.
Mahkima Çekyayê Salih Musli berda!
Kurd ewê vê qeleşî û namerdiya wan tu carî ji bîr nekin.
Li Efrînê jî ewê têk biçin..


3 kommentarer:

  1. Apo ji bo xwedê li xwe miqate bî. Di wê tofanê de tu bi derketina derva neheq î. Talûke ye. Eman eman. . .

    SvaraRadera
  2. Weleh xanimê jî wek te got tu yê bişemitî, lê min guh nedayê, ji qahr û qereza dijmin ra min xwe lê qeliband...:))
    Lê min tedbîra xwe girtibû, min mesteke bi mîx kiribû nigê xwe...

    SvaraRadera
    Svar
    1. Dîsa jî hezkiriyên xwe û amojina me piştguh neke Apo. Me tu divêy. Silametî...

      Radera

PARVE BIKE