06 februari 2018

Neteweyên Yekbûyî ne li dijî qetla me ye


Foto ji malpera ANFê hatiye girtin

Bi baweriya min Neteweyên Yekbûyî jî di nav da, hemû dina li dijî kurda ye…

Ji welatên dinyayê grûbek piştgiriyê didin Tirkiyê û ew jî  wek Tirkiyê dijminatiya kurdan dikin, naxwazin kurd azad bibin.

Hin welat jî ne dijminên kurdan e, lê belê ne dost in jî. Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îran çi zulmê li kurdn bikin jî dengê xwe nakin.

Ev 18 roj in Tirkiye li ber çavê hemû dinyayê li Efrînê gundên wê agir bi ser kurdan da dibarîne.

Li gorî Rêveberiya Tendirûstîyê ya Kantona Efrînê di artêşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê da heta nuha 148 sivîl hetina kuştin û 365 sivîl jî birîndar bûne.

Hemû welatên dinyayê, Neteweyên Yekbûyî li vê hovîtiya Tirkiyê, li kuştina kurdan  temaşe dikin.

Di êrîşa artêşa Bûrma ser gelê rûhînga da dinayayê jî û Neteweyên Yekbûyî jî qiyamet rakir, hemû çûn gazî û hawara rûhîngiyan û Bûrma mahkûm kirin. Bûrma mecbûrî rawestandina şer kirin.

Lê li Efrînê kes ji Tirkiyê ra tiştekî nabêje. Tew deng ji Neteweyên Yekbûyî dernakeve.

Çimkî yên li Efrînê tên kuştin kurd in. Heger rûhînga ya jî miletekî din bûya NY jî û dinyayê jî ewê midaxele bikira. Lê ji ber efrînê kurd in, her kes li êrîşa Tirkiyê û qetilkirina kurdan temaşe dike. 

Li gorî agahiyên ji herêmê tên balafirên tirk li Efrînê  li Cindirêsê gorristanan jî bombebaran dike. Ev sûcekî li dijî mirovahîyê ye.

Lê Neteweyên Yekbûyî heta nuha bi yek gotinê jî Tirkiye rexne nekiriye. Hemû dinya kerr û lal e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE