19 februari 2018

Me gelkî bêrîya te kiriye heyrano !




Di 23ê cotmeha(23/10-10)2012a da di rûpelê xwe yê Facebookê da li ser şiîra Arjen Arî ”Heyrano” wiha gotiye:
”Ji Arjen Arî ra

 Arjen, te bi vê helbesta xwe ya ku serapê kurdayetî û welatperwerî jê difûre dilê min rakir pêdarê û şervanên kurdan bi min şîrîntir kir.

Tu her hebî, mala te ava ji bo vê helbesta xweş û dilzîzkir.
Esas carnan peyv nikanin ji hestên meriv ra bibin tercuman, têr nakin...
A nuha ez xwe wisa his dikim...
A nuha ez dixwazim bibim şair...
A nuha ez xwe wek teyrekî per û baskşikestî his dikim, dikim nakim nikanim bifirim, nikanim bi hewa kevim...

Arjen Arî, şairê hemû dildar û evîndaran, hezkiriyê hemû kurdperweran di binê nivîsa min da 8 sal berê ev şiroveya kin kiriye:

”Ezbenî,
Heke min şiyabe bi helbestekê hest û dilîné cenabekî mîna te dilsoz, rakim pêdarê; ezê bi navê helbesta kurdî bextewar bim. Mala we ava bo peyvén we yé xweşik, şahîk, ji dilé safî...
Silavên ji milkê dil bo we.”
///Arjen Arî

Ez wê helbesta Arjen Arî ya ku min gelkî jê hez kir û loma jî ew rêzên jorîn min ji Arjen Arî ra nivîsî li jêr diweşînim. Ez bawer dikim hûnê jî jê hez bikin.



HEYRANO
Ji çiyayê Tûjik - ku
bi çil qevzî çilçav-
ji te re anîme ev çeng av.
ka vexwe heyrano
tu tî yî, tu tî!
û tu birîndar î jî.
heyy
raaa
nooo...
kîjan şopa nicis li te da
ji çiyayê Tûjik te xwe berda
xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda
pezkoviyê Cûdî, heyrano
nikarim bibim melhema te jî...
şerr
vaaa
nooo...
zelal, ava qirr qeşa
çeng bi çeng bidim te jî,
tu tî yî, tu tî
heyrano,
tu tehn î li qurtek azadî!
xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê
têhntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar
dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar;
bajar bêpejn dimîne, hew diyek dike hewar:
şerr
zaaa
nooo!..
xwîna me di mazatê de
zêrê zer re serbiser e.
her xwîn vedigere axê
axa bêxwîn xwelîser e.
azadî her kê xwestibe
xwîn rakiriye di ber re,
di şer de bûm doh jî loma
îro şer e, sibê şer e...

///Arjen Arî

Xwediyê şiîra "Heyrano" bi hurmeteke mezin û bi hesreteke kûr bibîr tînim. Mirinê bi te ra bêbextî kir û tu zû ji nava me bir, lê tiştê te li pey xwe hîşt nemir in. Tu yê heta û heta di dilê gelê xwe da bijî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE