06 februari 2018

Li Tirkiyê kemalîst, ne kemalîst civat antî-kurd e



Li Tirkiyê kemalîst, ne kemalîst, îslamî sosyal demokrat hemû jî irqçî, faşîst û neyarên kurda ne.

Li Tirkiyê kemalîzim memalîzim fasafîso ye, îdeolojiya antî-kurd heye. Yê kemalîst jî û yê antî kemalîst jî vê îdeolojiyê û siyasetê diparêze.

Kurdên welatparêz û kurdperwer pir li dijî kemalîzmê ne, neyartiya nîjadperestiya tirk û îdeolojiya dewletê ya antî-kurd bi kemalîzmê ve girê didin, lema jî kemalîzmê rexne dikin.

Bi dîtina min ne kemalîst tenê, hêz û kesên ne kemalîst jî, îslamîyên antî-kemalîst jî, yên lîberal û sosyal demokrat jî, piraniya hêzên çep jî yanî hemû jî bi qasî kemalîstên xalis muxlis li dijî azadîya kurdan e.

Ma Erbakan kemalîst bû?
Bêguman na. Lê belê ji kemalîstan bêtir neyarê miletê kurd bû.

Ma AKP, Erdogan, Gul û zilamên Erdogan kemalîst in?
Na, lê hemû jî b qasî MHPê û ji kemalîstan sed qatî xerabtir neyarên kurdan ne.

Ma Fetulah Gulen kemalîst e?
Bêguman na. Heta meriv kane bibêje neyarê kemalîzmê ye. Lê di neyartiya kurdan da bi qasî antî-kurd e. Tevgera Gulen tevgereke faşîzma kesk e.

Partiya Saadetê kemalîst e?
Bêguman na. Lê ji CHPê bêtir neyarê kurda ye. 

Yanî li Tirkiyê hemû partî, kemalîst, ne kemalîst irqçî ne û neyarê kurda ne. Grûbek biçûk kesên çep û demokrat ne tê da, hemû tirk xwediyê îdeolojiyeke antî kurd in. 

Îro li Tirkiyê ne kemalîst û îslamî tenê, hemû civat li hemberî Efrînê rabûye ser niga, însan bi kîn û nefreta li hemberî kurdan bi ji xwe derbas bûne, bi cuzbê ketine. 

Di telewîzyonan da dibêjin azadîya me, aramî me, pêşeroja zarokên me girêdayî dagirkirina Efrînê û qirkirina kurda ye.

Li gorî wan heger ew kurdan ji Kurdistana Rojava, ew dibêjin ”korîdora terorê” paqij nekin taliya wan pir xerab e, ewê wek milet û dewlet mehû bibin, ji ruyê dinyayê rabin.

Lema jî kemalîst, ne kemalîst ferq nake, hemû eynî faşîst in. Me bi tecrûbeya xwe dît îslamî ji kemalîstan deh kerasî pirtir faşîst û neyarên miletê kurd in.
                             

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE