11 februari 2018

Kurdên dîasporayê xwe organîze dikin



Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd do li Stockholmê ji bo avakirina rêxistineke merkezî ji bo kurdên hemû dinyayê civîneke girîng çê kir.

Armanca civînê ji bo kurdên dîasûporayê avakirina rewendeke kurdên dîasporayê, yanî avakirina organîzasyoneke merkezî.

Ji 11 welatan nûnerên komele û federasyon beşdarî komcivînê bûn û li ser avakirina ”rewenedeke kurdên dîasporayê” minaqaşe hatin kirin û di netîceya 4 saet minaqaşe da biryara avakirina ”Rewenda Kurdên Dîasporayê” yanî federasyona kurdên koçber, kurdên ji welatê xwe mahcirbûne hate dayin. 

Îlankirina federasyonê ewê di civîna 25ê îlonê da were îlankirin.


Ji bo piştgiriya bi tevgera kurd ya netewî ra, ji bo xebarên dîplomatîk, ji bo li ser kurd û Kurdistanê belavkirina agahiyan û ji bo xebeteke bi koordîne di nabêna kurdên li hemû welatên cîhan rêxistineke merkezî şert e.

Li Ewrûpayê li dora 2 milyonan kurd hene, heger meriv kurdên parzemînên(kontînentên) bifikire, jimara kurdên li dervayî Kurdistanê dijîn bi deh milyonane. 

Lema jî di rêxistinekê koordînekirina têkiliyên van kurdan, bi kêmanê yê qismekî wan, ji bo piştgirirî û dîplomasîya tevgera kurd ya netewî pir muhîm e.


Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd bi vê însîyatîfa xwe dixwaze bi karekî wiha ra rabe.

”Rewenda Kurdên Dîasporayê” dixwaze vê valahiyê ji ortê rake û rêxistinên kurdan di bin sîwaneke merkezî da bîna ba hev.

Civîneke baş bû, ji 11 welatan kurd hatin ba hev, derd û fikrên xwe ji hev ra gotin, bi hev ra xwarinek xwarin û di netîceyê da biryara avakirina ”Rewenda Kurdên Dîasporayê”  dan û ji bo wê komîteyek ava kirin. 

Komîte heta wê demê ewê têkiliyê bi komele û rêxistinên nehatine vexwendin deyne û di 25ê îlonê da bi civînekê ”Rewenda Kurdên Dîsporayê” îlan bike.

Ji ber vê xebeta hêja ez spasî serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd Keya Îzol dikim û jê ra serketinê dixwazim.


Bi vê minasebetê min gelek dost û heval jî dîtin û bi çend kesan ra l ser êrîşên dijmin û halê me yê perîşan sosbet kir û  du sê risim jî girtin.

XXX
Îro ez çûbûm ”Civîna Damezirandina Rewenada Kurdên Dîaspora.” 

Piştî civînê me bi hev ra xwarinek xwar. Ez nuh hatim mal. Civîneke pir baş bû. Ji çend welatan kurd hatibûn. Min gelek dost û heval dîtin. Nuha derengê şevê ye. Ez nîv şerxweşim jî.
Sibe ezê qala civînê bikim.
2018-02-10



2 kommentarer:

  1. Biryareke di cih de ye, pîroz be

    SvaraRadera
  2. ji bo kurdên dîasporayê organîzayasoneke wiha lazim e. Ji zû ye da em li ser vê yekê dixebitîn û çend caran hin teşebus bûn, lê bi ser neket. Hêvî dikim îcar temam be. Halîhazir temam xuya dike.

    SvaraRadera

PARVE BIKE