04 februari 2018

Kurdan êdî baş fêm kirine Tirkiye li her derê li dijî kurda ye



Di netîceya anketa SAMErê da diyar bû jii sedî 83.2 kurdên Amedê li dijî êrîşa Tirkiyê ser Efrînê ne û meriv kane viya ji bo hemû  Kurdistanê jî bike emsal.

Merkeza Lêkolînên Siyasî û Sosyal (SAMERê) li ser êrîşa Tirkyê ser Efrînê li Diyarbekrê anketek çêkir. 

Li gorî encamên anketê ji sedî 83.2ê gelê Diyarbekrê (Amedê) li dijî êrîşa ser Efrînê ye û vê ”operasyona” Tirkiyê li hemberî kurdan û qezencên kurdan dibînin.

Kordînatora SAMERê Yuksel Genç di hevpeyvîna xwe da dibêje di anketê da derket ortê kurd cara yekemîn e piştî Kerkûkê li ser Efrînê jî bûne yek û xwedî eynî helwestê ne.

Kordînatora SAMERê Yuksel Gençê ji Rûdawê ra gotiye:

“Tirkiyê dema dest bi operasyona Efrînê kir, her tim digot kurd jî piştgirîyê didin vê operasyonê. Me jî xwest em fikra kurdan bi anketekê hîn bibin. Me tenê du pirs kirin; hûn piştgirîyê didin operasyona Efrînê? Û li gorî we armanca operasyona Efrînê çi ye?
Ji sedî 83.2 li dijî operasyonê derketin. Amed ji ber navenda siyaseta Bakurê Kurdistanê ye, hûn kanin bi vê anketê fikra piraniya kurdan jî hîn bibin. Derkete holê ku kurd piştgirîyê nadin vê operasyonê. Kurd operasyona li hemberî Efrînê weke êrîşa li ser Sûrê û Cizîrê, weke êrîşa li ser Kerkûkê dibînin. Li gorî encamên anketê me kurd dibêjin bi operasyona Efrînê ra nahêlin li tu derê kurd bibin xwedî statû.”

Hin rêveberên Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rojhilata Navîn a Nû (YORSAMê)  ji Rûdawê ra gotine di anketê da derket ortê ne tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tenê, kurdên rayên xwe didin AKPê jî li dijî operasyona Efrînê ne.

Rêveberê YORSAMê Nevzat Bîngol ji Rûdawê ra wiha gotiye:

“Di hilbijartina dawî ya 1ê Mijdarê da, HDPê li Amedê ji sedî 71 deng wergirtibû. Lê di rapirsînê(anetê) da ji sedî 83.2 li dijî operasyonê derketine. Em dibînin 12 pûanê din li pûanên HDP'ê zêde bûne. Ev jî tê vê wateyê li herêmê ne tenê HDP û partiyên din ên kurdan, gelek kesên dengê xwe dane AK Partiyê jî li dijî operasyona Efrînê ne. Helwesta hikûmetê ya li hemberî Kobanê û pişt re jî li hemberî Kerkûkê neyînî bû. Niha  Efrîn jî li vê helwestê zêde bû. Ji ber vê yekê kurd êdî wiha fêm dikin; li Iraqê jî li Sûriyê jî li ku derê kurd destkeftiyekê bi dest bixin, Tirkiye li hemberî wan destkeftiyan e. Nexwe  ev operasyon jî li hemberî kurdan e.”

Di anketê da ji sedî 9.9 bersîva anketê nedane, nexwestina raya xwe bibêjin. Dibê meriv van kesan jî li dijî êrîşê bihesibîne. Yên bi dudilî piştgirî dane êrîşa Tirkiyê ser Efrînê ji sedî  5.9 e. Û yên gotine em ji sedî sed piştgiriyê didin êrîşê tenê ji sedî 1.

Ev jî polîs, leşer, ajan û hin cahş û xayinên kurd in. Lê reqemekî pir hindik e, piraniya kurdan êdî fêm kiriye Tirkiye ne li Tirkiyê tenê, li her dera dinyayê li dijî miletê kurd e û naxwaze li tu beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî maf û desthilat.

Fêmbûna vê rastiyê ji alî piraniya kurdan ve pêşketineke pir baş e û hestê kurdan yê netewî xurt dike, wan dike xwediyê zanîn û şiûrekî netewî yê hevpar.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE