16 februari 2018

Kî şerê kurdan bike gelê tirk piştgiriya wî dike



Sosyolog Dogu Ergil li ser êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê ji Sputnîkê ra gotiye gelê tirk piştgiriya şerê li hemberî kurdan dike. 

Li gorî Dogu Ergîl, heger ne ev piştgirîya gel bûya siyasetmedran ev şer nedidan destpêkirin.

”Tirk piştgiriya operasyona ser Efrînê dikin. Gava meriv bala xwe didê meriv dibîne piraniya xelkê piştgiriya serokkomar dike. Eger piştgiriya xelkê tunebûya ji xwe tevî tiştekî wiha nedibû. Yanî dema behsa şer tê kirin, xelk dibêje qey Tirkiye ewê here wira jî wek Osmanî tevlî axa xwe bike. Xelk tim wiha difikire û ev jî tê hisabê rêvebiran."

Rast e, tirk miletekî gelkî nasyonalîst e, hêz û nufûza faşîstan pir xurt e û dema mesele dibe neyartiya kurdan, şerê li hemberî kurdan piraniyeke mezin ya tirkan piştgiriyê didin siyasetên antî-kurd.

Erdogan jî zane şerê li hemberî kurdan di nava tirkan da ewê rayên wî zêde bike. Heta zirar negihîje bêrîka tirkan û canê wan, ewê vê piştgiriya xwe ya Erdogan bidomînin.

XXX
Medyaya tirk ji bo gazê bide tirkan derewên mezin li hev tîne. Xeberên li ser Efrînê belav dikin ji sedî 99ê wan xeberên ji ba xwe li hev anîne, derewên bêbingeh in.


Efendim ”nîşangirên tirsa terorîstan çûn Efrînê.” Bi çûna wan ra her der bêdeng bûye, nizanim me çend gundên pir muhîm girtin, nizannim kîjan çiya ji "terorîstan" hat paqijkirin....

"Gerîlayekî YPGê yê îngilîz gotiye Tirkiye ewê qezenc bike" (!) filan û bîvan…

Berde binê we erd e…
Çol fire ye, tirr û fis bêpere ye…

Weleh zarokên Efrînê, şêr û şepalên kurdan hûn rezîl kirine. Hûn bûne kûçikîn keriyên gundiyên Çiyayê Kumênc.

Îro 27 roj in artêşa we bi hemû sîlehên xwe yên giran û bi teknîka pêşketî dîsa jî li Efrînê tu serketin bi dest nexistiye.

Zarokîn Efrînê yên dilêr û ziravpiling tirr ji nîşangir û artêşa we berdane û hûn jî viya baş zanin.

Îcar ji bo hûn vê rastiyê veşêrin hûn bi van derewan civatê dixapînin, dilê tirkan xweş dikin.

XXX

Tirkiye di êrîşa ser Efrînê da bi derewên bi boçik dixwaze xwe bi heq nîşn bide. Lê vale ye, her kes dibîne yê neheq û zalim Tirkiye ye. Rastî nexweş dikeve lê namire.

Kurd mezlûm in û aliyê bi heq in. Tiştê li Kobanê hat serê Tirkiyê, li Efrînê ewê dubare bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE