18 februari 2018

Îroj jî roja me li Fûara Tiştên Antîk derbas bû



Îroj jî me roja xwe li Fûara Tiştên Antîk derbas kir.
Ez, xanim û lawikê me yê biçûk Rojen, me îro e roja xwe li Fûara Tiştên Antîk derbas kir. 

Em gelkî westiyan, ji hal da ketin. Lê me bi hev ra rojeke xweş derbas kir. Rojên wiha tim bi destê meriv nakevin.
Min dixwest tiştekî bikirim, lê tiştê min dixwest bikirim ne li gorî cuzdanê min bû û tiştên me kanîbû bikiriya jî kêfa xanimê jê ra nedihat.

Piştî çend saet gerr, here were min ji xanimê ra gerdenîyeke morîyan kirî. Hukmê min li tiştekî buhatir nedihat. Ya muhîm em destvala ji hundur deneketin.

Li hemberî tiştên me dîtin devê me ji hev çû. Xelkê tu tiştekî xwe, heta bigihîse hesk, kevgîr, kêr, kevçî, sandoq, şeşderb, tiving, neynik, xişirê rengo rengo, mobîlyeyên meriv dibû heyran, avîzbeyên krîstal yên 400-500 sal kevn…


Xelkê tu tiştekî xwe neavêtiye, her tiştê xwe veşartine.
Yê me tiştek hema hinekî kevn dibe davêjin. Di salên 1960-70î da tirkan û hin kurdên ji ber kêmaqiliya xwe bûn delalên wan zîv, xişir û fera û fol bi kurdan ve nehîştin, bi hiçend qurişan bi hezaran tiştên bi qîmet, bazin û kemberên zîv ji nava kurdan top kirin.

Zinarê Xamo li ser Gola Alby (Albysjon)ya bûzgirtî, qeşagirtî

Gola nêzî mala me cemidî ye. bûz girtiye. Dibêjin gol lê wek bahrê ye. Dema em digeriyan me dî wa ye xelk li ser digere. Me jî ji wan cesaret girt û em jî bi tirs çûn ser û bîstekê li ser geriyan. Lê dilê me tepûrep bû, lema ez zêde pêş da neçûn. Dora mala xwe xwedî xweza/tebîeteke pir xweş e, av heye, daristan û hişnayî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE