28 februari 2018

Îro pir kêfxweş im ji ber ku kal û pensîoner im




Îro ez pir kêfxweş im ji bo ku pensîoner im, teqawit im,
di vê berf û tozanê da di rêyan da perîşan nebûme.
Heger hîn xort bûma,
ezê ji mecbûrî biçûyama kar
û di rêyan da bi saetan perşîan bibûma.

Lê şansê min heye kal im,
teqawit im
û ne mecbûr im ji malika xwe ya gerim derkevim
û di rêyan da ji sar û sermayê biqefilim.
Yanî îro di malika xwe ya germ da
kêf û zewqa teqawîdiyê derdixim. 


Geh çayê vidixwim, geh qahwê.
Geh bi xanimê ra sohbet dikim,
ji bo ku li  ”reîs” û xayinan çend nifiran bike,
çend xeberên xweş li hev ragire wê pîj dikim. 

Geh bi agahiyên xwe xanimê wek mozeka sor diazirînim,
geh diçim xwe didim ber kompîtorê û bîna xwe dertînim,
vir da û wê da viz dibim…
Îro pir kêfxweş im
ji ber ku pensioner im



8 kommentarer:

  1. Apê Zinar min nesizanî tu helbestan dinivîsî. Helbesteke xweş bû sihet xweş :)

    SvaraRadera
  2. Apê Zinar,

    Nivîsên te bi wêneyên te yên xweşik hîn xweşiktir bûne :)

    SvaraRadera
  3. Înan nan berê min xwe qet nêzî helbestê nedikir. Ev 3-4 sal in carnan çend gotinan li hev tînim lê meriv nikane bibêje helbest e.
    Ew qabîlîyet bi min ra tuneye.

    SvaraRadera
  4. Spas Emer. Rast e, nivîs bi wêne xweştir dibe.

    SvaraRadera
  5. Te dilê me bijand temenmezinîyê heyra.

    SvaraRadera
  6. Dengê defê ji dûr ve xweş tê. Lê baştir e meriv realîtê qebşl bike. Gazin xerabtir e.

    SvaraRadera
  7. Svar
    1. Mala te jî ava be. Spas ji bo ecibandinê.

      Radera

PARVE BIKE