03 februari 2018

Hûn çi zulmê li me bikin jî emê dev ji doza azadî û serxwebûnê bernedin


Foto ji malpera Arti gerçekê hatiye girtin


Hûn çi zulmê li me bikin jî, çi dek û dolabên îblîsî bigerînin jî, hûn bi hezaran kurdên bêşexsiyet bi çend qurişan bikirin û bikin xulam û notirvanên xwe jî ev milet, ev keç û xortên bi şererf, canfîda û egîd ewê tu carî dev xebat û doza azadî û serxwebûna Kurdistanê bernedin.

Çimkî em naxwazin bindest û kole bimînin.
Bi hezaran bêşerf û namerd xulamtî û koletiya we qebûl bikin jî, miletê kurd naxwaze wek koleyan bindest û di esaretê da bijî û hêdî hêdî ji tarîxê wenda bibe.

Em zanin bêdengî, teslîmbûn, qebûlkirina bindestiya faris, ereb û tirkan, qebûlkirina wendabûna ji tarîxê ye.

Efrîn bû kevirê mîhengê, eyarê kê çi ye, kî dost e û kî hevalê neyar e derxist ortê.

Bi êrîşa ser Efrînê Tirkiye bi alîkariya çeteyên îslamî ASA, Nusra û Daîşê dixwaze kurdan ji wê herêmê paqij bike û ebedîyen rê li ber avabûna Kurdistanê bigre, Kurdistanê li wir gorr bike.

Û yên Efrînê diparêzin jî welatê xwe, namûs û şerefa xwe diparêzin û dixwazin bi parstina Efrînê bingeha çêbûna Kurdistanê xurt bikin.

Di şerê Efrînê da bêdengî û êrîşa ser PYDê hevalbendîya Tirkiyê û cahştî ye, piştgirîya tunekirina kurdan û Kurdistanê ye.

XXX
Ji gotinên Sadî Şîrazî yên xweş yek jî li ser kesên zexel û kone ye. Şîrazî wiha gotiye:

”Du tişt ruhê însên reş dikin: li dera dibê meriv devê xwe bigre peyivîn û li dera dibê meriv bipeyive sikûtkirin, bêdengmayin.”

Hin kes di rojên fireh da, di medyaya sosyal da wek kewê gozel her roj qebeqeba wan e.

Lê ev 14 roj in Tirkiye agir bi ser serê gel û zarokên Efrînê da dibarîne, ev kesên kone wek gayê zexel xwe avêtine erdê û yek peyvê jî li dijî vê zulm û êrîşkariya Tirkiyê nabêjin.

Tu dibêjî belkî xweliya miriyan bi ser wan da bariye, ya jî ava reş bi çavên wan da hatiye û lema jî nikanin li dijî vê terora Tirkiyê du peyvan bikin.

Însan ancax hewqasî bêexlaq û keysperest be…
Tufî li navê we û li qalibê we !

https://www.facebook.com/messages/t/100008920385869


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE