08 februari 2018

Hin kes wek nanê sêlê ne


Kesên îro Erdogan rexne dikin do di TRT6ê û di medyaya tirk da jê ra li çepikan dixistin.

Nuha kurd Erdogan û îktîdara wî pir rexne dikin, dibêjin Erdogan dîktator e, zulmê li miletê kurd dike, herb li hemberî kurdan daye destpêkirin û gelek gazinên din jî dikin.

Lê ne pir dûr, dibê meriv li nivîs û beyanên 5-6 sal berê yên van serok û siyasetmedaran û van kurdên nuha Erdogan rexne dikin binêre, hela wê demê ji bo Erdogan û îktîdara AKPê çi digotin?

Gelek kes, siyasetmedar û serokên îro Erdogan rexne dikin 5-6 berê ji Erdogan ra li çepikan dixistin, ji bo Erdogan di TRT6ê da karekî bide wan li ber deriyê TRT6ê diketin rêz, program li ser programê pêşkêşî berpirsiyarên TRT6ê dikirin, ji bo karekî bide wan jî.

TRTkurdî, programên denbêjiyê ne tê da îro bûye hêlîn û platformeke faşîst û neyarên kurdan.

Serok û siyasetmedarên berê bi heraret serxwebûna Kurdistanê diparastin , 5-6 sal berê hemû bûbûn bilbilên TRT6ê û medya tirk û li dijî şerê çekdarî derdiketin, digotin êdî wext û zemanê sîlehan û şer derbas bûye.

Lê eynî meriv îro dixwazin dinya li hemberî êrîşên Tirkiyê alîkariya kurdan bike, sîleha bide kurdan.

Pêşmerge ji kêmbûna sîleh û çebilxanê gazinan dike, dixwaze Emerîka û Ewrûpa sîlehên giran bide wan.

Efrîn û seranserê Kurdsitana Rojava di bin êrîşeke mezin da ye, Tirkiye û çeteyên wê yên îslamî gav bi gav Efrînê û Kurdistana Rojava dagir dikin.

Siyasetmedar, serok û kurdên do ji Erdogan ra li çepikan dixistin, di TRT6ê û medyaya tirk da bûbûn kevokên aştiyê, îro li meqam û têleke din dixin.

Dibê merivli nivîs û beyanên van kes, siysetmedar û serokan yên 6-7 sal berê binêre, gelo wê demê ji bo Erdogan û AKPê çi digotin û îro çi dibêjin.

Dibê kurd bizanibin ew do çi bûn û çi digotin û îro çi ne û çi dibêjin ?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE