02 februari 2018

Hin kes şerefê û hin kes jî bêşerefiyê hildibijêre

Foto ji ANFê. Sûretê şervaneka kurd
Heta neqewime, heta ço li ço nekeve, heta bûyerên mezin çênebin meriv nizane kî xayin e kî egîd e, kî berx e kî berane, kî şêr û şepal e û kî jî kûçik û dêlika li ber derîyê neyaran e.

Êrîşên ser Kobanê, ser Şengalê, referandûma 25ê îlona 2017a û îxaneta Kerkûkê û herî dawî jî êrîşa ser Efrînê nîşan da jimara xwefiroş û xayinên kurdan ji texmînan jî zêdetir in.

Yê hefteyekê li TRTkurdî û li telewîzyonên tirk temaşe bike ewê bibîne cahş û xayin çiqasî pir in.

Ji nava miletekî çawa kane hewqas cahş û xayinên qewmê xwe derkevin merivmatmayî dibîne.

Ev dinya wiha ye, hin kes şerefê û hin kes jî bêşerefiyê hildibijêre.

Her kes şiklê jiyanekê ji xwe ra hildibijêre û li gora wê dojî. Hinek însan xulamtîya dijmin, xayintiyê, bêşerefiyê, bindestiya ji dewletên dagirker ra û neyartiya qewmê xwe hildibijêrin û jiyana xwe wek merivên bêşeref û xayinên qewmê xwe didomînin.

Û hin însan jî xîretê,  şerefê, namûsê û liberxwedana li hemberî dewletên dagirker hildibijêrin.

Yên rêza pêşî, yên xulamtiya dagirkeran û xiyaneta bi gelê xwe ra hilbijartine, yên heysîyet û şerafa xwe bi çend qurişan firotine dijmin, yên ji kuştina zarokên kurdan ra û ji dagirkirina welatê xwe ra li çepikan dixin ewê serê wan tim di ber wan da be, ewê tim wek merivên bêşeref, wek mişkan di nava tirs û xofê û şermê da bijîn. Tarîx ewê bi nokerîya dijmin, bi îxanetê qala navê wan bike.

Lê yên rêza duduya bedelên giran û mezin bidin jî ewê tim serbilnd bijîn, zarok û neviyên wan ewê bi dê û bav û kal û pîrên xwe tim îftîxar bikin.

Foto ji ANFê. Sûretê şervaneka kurd
Her kes li gorî qerekterê xwe ya şerefê ya jî bêşerefiyê hildibijêre. Ev tercîheke girêdayî şexsîyetê û qerekter e. Hin kes bêşexsîyet in û ji xulamtiya neyar hez dikin, nikanin bibin merivên bi şeref. Û hin kes jî ji bo azadîya welatê xwe, ji bo parastina hesîyet û şerefa miletê xwe canê xwe feda dikin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE