12 februari 2018

Heyeta Parlamentoya Kurdistanê moralekî mezin da gelê Efrînê



Heyeta Parlamentoya Kurdistanê do gihîşt Efrînê û ji bo fêrbûna rewşê û halê milet dest bi lêkolîn û hevdîtinan kir. Ev serdan gaveke pir baş û di cî da ye. Ewê moralekî mezin bide gel û şervanên xwe, bajarê xwe û welatê xwe diparêzin.
Heyeta Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Halo, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah, Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn, Partiya Komunîst Ebû Karwan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Suhrab Mîkaîl pêk tê û nûnertiya hemû fraksyonên parlamentoyê dikin.

Axaftina parlamenterên heyetê ya li Efrînê.

Ez endamên heyetê ji dil û can pîroz dikim
Di van rojên giran da dibê kurd hevûdu bi tenê nehêlin, herin alîkariya hev.


Êdî kurdên Başûrê Kurdistanê jî baş fêm kirine heger Tirkiye li Efrînê û li Kurdistana Rojava bi ser keve, piştî demekê dora wan e, tiştê îro tînin serê Kurdistana Rojava, sibe wê bînin serê Kurditana Federe jî.

Lema jî bêdengmayin, veşartina têkliyan êdî pir bêmaneye, Tirkiye bi çi çavî li PKKê û PYDê dinêre, bi eynî çavî li PDKê, YNKê, Goranê û Barzanî jî dinêre. Tirkiye seokê PYDê Şahoz Hasan çiqasî dijminê xwe dibîne, Mesûd Barzanî hewqasî dijminê xwe dibîne. 

Kurdê ev rastî fêm nekiribe ya pir saf û cahil e, ya jî di bin ra hevalê Tirkiyê ye.

Erdogan û berdevkên Tirkiyê her roj dibêjin çi li Sûriyê û çi jî li Îraqê çêbûna Kurdistanê batbûna Tirkiyê ye. Ji bo Tirkiye bijî dibê Kurdistan çê nebe. Ji ber wê jî ewê nehêlin ne li Sûriyê û ne jî li Îraqê kurd bibin xwedî hukûmet û desthilat.

Erdogan her tim dibêje ”şaşiya wan li Îraqê kir ewê li Sûriyê nekin.” 

Yanî dibê gerek wan nehîşta li Îraqê kurd bibin xwedî desthilat, hîştina wan şaş bû. Lê ewê nehêlin li Sûriyê eynî tişt çê bibe.

Ev jî nîşan dide şerê Tirkiyê ne li hemberî PKKê û PYDê ye, li hemberî miletê kurd e, li hemberî çêbûna Kurdistanê ye. Tirkiye dibêje gerek li tu derê kurd ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet.


Di mesele referandûmê û Kerkûkê da kurdên başûr ev rastî baş dîtin. 

Lema jî hedefa Tirkiyê êdî ne veşartî ye, vekirî ye, hedef hemû kurd in, li Afrîkayê be jî, li ezmanan be jî dibê kurd nebin xwedî dewlet.

Wê demê dibê kurdên başûr jî êdî têkiliyên xwe, dîtin û baweriyên xwe veneşêrin û li hemberî vê siyaseta Tirkiyê ya êrîşkar çi ji destê wan tê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE